Herku diçe ava gola Zerîwarê kêm û qirêj dibe

10:38

JINHA


MERÎWAN - Ava gola Zerîwarê her ku diçe kêm û qirêj dibe. Di derbarê kêmbûna ava wê de Qeymeqamê bajarê Merîwanê Mihemed Felahî ragehand ku rewşa gola Zerîwarê metîrsîdar e û her diçe ava wê kêm û qirêj dibe. 


Ava şêrîn a Zerîwarê di 3 kîlometreya bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji cîhên geştyarî ye. Di dem sala zivistanê de carna ava golê bi yekcarî dicemide. Dirêjahiya golê nêzîkî 5 kîlometrane, paniya wê nêzîka 1,6 kîlometreye û kûrahiya golê 5/5 metir e.


Her ku diçe ava gola Zerîwarê kêm û qirêj dibe. Di derbarê kêmbûna ava gola Zerîwarê de Qeymeqamê bajarê Merîwanê Mihemed Felahî da zanîn ku rayedar bi awayekî berdewam dibêjin Zerîwar navenda geştiyariyê û got: “Li gel ku hewildan ji bo paqijî û parastina golê hene, lê xemsarî li ser xebatên wan zêdetire û ger rewş bi vî awayî berdewam be, metirsiya têkçûna golê heye.’’


(zt)