Ayla: Heger Hikumet gavan navêje dê pêşî li şerek kaotîk vebe

11:36

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Li hemberî çêkirina kalekolên li herêmê tên çêkirin li Çiyayê Meskan, Lîce û tevahiya herêmê welatî bi çalakiyên demkratîk protesto dikin. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata diyar kir ku ji bo pêvejoya çareseriyê berdewam bike divê hikumet gavan bavêje û got: “Welatî fîrmayên çêkirina kalekolan na pejirînin. Yan divê hikumet gavan bavêje yan jî dê di vî welatî de kaotîkek ewqas mezin ya bê veger çêbibe.” 


Nêzî salek û nîvê ser pêvajoya çareseriyê ya ku di Newroza 2013’an ya Amedê de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatyî despêkirin re derbasbû. Di vê pêvajoyê de tu şer derneketin. Lê hîna di aliyê gavavêtinê de hikumet bi îsrarin. Di heman demê de çêkirina kalekolan û zêdekirina cerdevanan berdewame. Di serî de Lîce û Çiyayê Meskan li hemû deverên herêmê nerazîbûn û protestoyên li hemberî van kirinan berdewam dike. Girêdayî mijarê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata da zanîn ku divê metirsiyên welatiyan yên cardin despêkirina şer ji aliyê hikumetê ve bê dîtin û wiha got: “Pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê dewletê ve nayê dîtîn gel hewil didin bi vîna xwe ya cewherî bînin.”


‘Gel çalakiyekî demokratîk derdixin holê’


Ayla balkişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha domand: “AKP weke entegreyê li pêvajoyê dinêre ji ber wê jî hîna girêdayî pêvajoyê tu zagon ne anîne parlementoyê. Rastiyek ya gelê 30 sal şer dîtî li holêye. Dewlet alîgirê çareseriyê ber ne alîgir be dê gel bi xwe çareseriyê bîne. Li navçeya Amedê Lîcê û Çiyayê Meskan yê Colemêrgê bi rojane welatî konê nobetê danîne û nobetê digirin. Helwesta gel ya li hemberî çêkirina kalekolan pêşengiya çalakiyek demokratîk dikin. Dewleta ku ne alîgirê çareseriyê ye dema ku gel bi xwe dikevin nava lêgerên çareseriyê jî ji aliyê dewletê ve rastî çewisandinan tê.”


‘Vîna herî mezin jî ciwanên Kurdistanê danîne holê’


Ayla anî ziman ku ciwanên kurd nêzîkatiya dewletê ya ters bersivdana pêvajoya çareseriyê bi çalakiyên demokratîk bersiv didin û wiha berdewam kir: “Ciwan li pêvajoyê xwedî derketin û bi gotinên weke: ‘Bi min henekan nekin. Ez din ava şerek 30 salan de polîtîzebûme. Her gava ku dewlet di avêje dê bersiva wê çî ber pir baş dizanim’ bersiv didin.”


Dewlet nirxê pêvajoya çareseriyê nizane’


Ayla wiha axivî: “Dewlet nirxê pêvajoya çareseriyê ya ku Birêz Abdullah Ocalan daniye holê nizane. Cardin gel bersiv dan îsrara dewletê ya di berdewam kirina polîtîkaya kevneperest de.”


‘Divê gavên ku pêwîste dewlet bavêjin bên avêtin’


Ayla bilêv kir ku divê dewlet berxwedana gel ya li Lîce û Çiyayê Meskana bibîne û wiha got: “Welatî fîrmayên çêkirina kalekolan na pejirînin. Yan divê hikumet gavan bavêje yan jî dê di vî welatî de kaotîkek ewqas mezin ya bê veger çêbibe. Mixabin Komara Tirkiyê li demboriya xwe xwedîdernakeve. Bi înkarkirina demboriya xwe hatiye vê xalê. Ji ber wê jî ya dikeve serê milê me û divê em pêkbînin avakirina modela jiyana azad û demokratîke.” 


(zt)