Gelo em çiqas bedena xwe nas dikin?
11:02
JINHA
ÎZMÎR – Jinên li Îzmîrê dê li Komeleya Amargiyê kom bibin û li ser mijara ‘Em dê bi çavên xwe bedana xwe binerin, gelo em çawa bedena xwe dinerin?’ nîqaşan bidin dest pê kirin.
Însiyatîfa Jinan a Serbixwe ya Îzmîrê ya girêdayî Kollektîfa Femînistên Sosyalîst û Komeleya Amargiyê xebateke hevpar dan destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de jin dê 23’ê sibatê roja şemiyê li Amargiyê bicivin û ser mijara ‘Em çiqas bedena xwe nasdikin’ nîqaşan bikin.
Organîzatoran destnîşan kirin ku zanyarên mêr li gorî zîhniyeta serdest a mêr bedena jinê û zayendiyê şîrove dikin, nahelin ku em rastiya xwe hîn bibin. Jin dê bi tevlibûna Hasbiye Gunaç’ê li Amargiya Îzmîrê nîqaş bidin dest pê kirin.
(pi/la)

