Meryem Îbrahim ya ku cezayê dardekirinê girt welidî

12:06

JINHA


SUDAN – Meryem Îbrahîm ya kul i gel bavê wê ne misilmane jî dema kul i gel ciwanek xiristiyan zewicî dema ku derbasbûna misilmaniyê red kir rastî cezayê dardekirinê hat. Di girtîgehê de Meryem Îbrahîma ducanî bû zarokek keç anî dunyayê.


Li Sudanê Meryem Îbrahîma 27 salî li gel bavê wê ne misilman jî bû dema ku li gel ciwanek xiristiyan cewicî rastî cezayê dardekirinê hat. Dema ku Meryem ceza girt ducanîbû û di girtîgehê de zarokek keç anî dunyayê. Parêzerê Meryemê diyar kir ku di revîrê de memeyê didin zaroka Meryemê. Berî niha bi salan bavê Meryem malbata xwe terikandiye û Meryem weke xiristiyanekê hatiye mezin kirin. Meryem ola xwe ne guhertiye, lê weke ku ola xwe guhertiye û zina kiriye hat sucdar kirin. Ji cezayê dardekirinê di 15’ê Gulanê de hat ceza kirin û di girtîgehê de dimîne.


Li dadgeha Sudanê Meryema du canî li gel zarokê xwe yê kur yê 20 mehî kete girtîgehê. ‘Ji bol i zarokên xwe binêre’ cezayê wê yê daredekirinê du sal paşde hat xistin û di girtîgehê de dimîne.


 (zt)