Li Silopyayê jinan pirsgirêkên civakî nîqaş kirin
13:45
JINHA
ŞİRNEX – Dibin pêşengiya Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyayê de civînek girêdayî mijarên weke “pirsgirêkên civakî, nelirêtî û fuhuşê” hat li derxistin.
Li navçeya Silopiya Şirnexê jinan civînek girêdayî mijarên weke “pirsgirêkên civakî, nelirêtî û fuhuşê” li derxistin. Civîn di bin pêşengiya Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyayê ya ku dibin banê Şaredariyê de xebatên xwe birêve dibe de hat li darxistin. Di civînê de aktîvîstên DOKH’ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, endamên Meclisa Şaredariyê yên jin, gelek aktîvîstên saziyên sivîl û gelek jinên Silopiya amadebûn. Di civînê de xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyayê Şukran Hakîçî diyar kir k udi serê pirsgirêkên civakî de girêdana bi madeyan tê û wiha got: “Armanca pergalê ya sererke hilweşîna civakêye. Ji bo pêşîgirtina li van kirinan serî de rêxistinkirina jinan tê. Ji bo avakirina civakek bi hişmedî pêdibiya me bi tekoşînê heye.”
Şukran girêdayî mijarê bang li hemû jinan kir û wiha domand: “Em li vêderê bang li hemû gel û teyîbetî jî li jinan dikin, ji ber ev mijar hemû civakê eleqeder dike. Ji bo pêşîlêgirtina van kirinan divê her kes bi hestiyarî tevbigerin.”
Civîn bi nîqaşan, nêrîn û pêşniyaran bi dawîbû.
(zt)

