Li Serêkaniyê çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek pêkanîn
14:07
JINHA
SERÊKANIYÊ - Di komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundiyên Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê de herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji ANHA yê hatin girtin li gundên Tilêliyê û Temadê û baxçeyê Ovencakê yên rojavayê bajarê Serêkaniyê saet di 03.00’an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên gund komkujiyek pêk anîn. Di komkujiyê de herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatin qetilkirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku gelek cenazeyên welatiyên sivîl hê jî di destê çeteyan de ne. Dibe ku hejmar welatiyên hatine qetilkirin zêdetirjîbin.
Li aliyê din şervanê YPG’ê gundê Tilêliyê ji destê çeteyan rizgarkirin û gelek çete bi saxî ketin dest şervanên YPG’ê.
(zt)

