RJAK bo Rojava kampanyeya alîkariyê daye despêkirin

14:26

JINHA


HEWLÊR– Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)  bi boneya alîkariya Rojava kampanya dabûn destpêkirin. Di daxuyaniyê de Çiyaben Mustafa axivî û got: "Hemû alî dizanin ku li rojavayê Kurdistanê şoreşek mezin heye. Vê şoreşê gelek destkeftiyên neteweyî û demokratîk ji bo gelê me bidestxistine. Ev jî bûye cihê dilgiraniya dewletên cîranê me. Lewra ambargo danîne ser rojavayê Kurdistanê.”


Li gundê Bokrîskan ê li qontara çiyayê Qendîlê bi amadebûna endamên Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), Yekîtiya Jinên Kurdistanê, nûnerê Yekîtiya Parastinên Jinê (YPJ), çend çalakvanên jin ên Çoman, Ranye û Qeladizê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endama RJAK'ê Çiyaben Mistefa li ser navê komê axaftinek kir. Çiyaben di axaftina xwe de balkişand ser ambargoya ser Rojava û wiha got: "Hemû alî dizanin ku li rojavayê Kurdistanê şoreşek mezin heye. Vê şoreşê gelek destkeftiyên neteweyî û demokratîk ji bo gelê me bidestxistine. Ev jî bûye cihê dilgiraniya dewletên cîranê me. Lewra ambargo danîne ser rojavayê Kurdistanê.”

‘Pêdiviya Rojava bi yekgirtina Kurdistanê heye’


Çiyaben anî ziman ku ambargo jiyana gelê Rojava têxe nava tengezariyê û  wiha domand: “Vê ambargoyê bandorekî xirab li jiyana kurdên li wê parçeyê kiriye. Niha pêwîstiya wan bi alîkariya hemû deverên Kurdistanê heye. Wekî berpisyariya mirovatî û kurdiniyê me wekî RJAK’ê biryar girt ku kampanyayekî komkirina alîkariya ji bo kurdên Rojava ragihînin. Kampanyaya me 9 rojan dom kir. Ev kampanya li gundên derdora Qendîl, navçeya Balekayetî, Soran (Diyana), Rewandûz, Qeladizê û Ranye hat birêvebirin.”

Çiyaben da zanîn ku welatiyan eleqeyek baş nîşanê kampanyayê dane û wiha axivî: "Gelê li ser vî sînorî dijî bi awayekî pir baş piştgirî dan kampanyay me. Di vê demê de 16 hezar û 120 dolar hat komkirin. Ev alîkarî wê ji aliyê komek jinên başûrê Kurdistanê ve ji jinên Rojavayê Kurdistanê re werin şandin." 

Çiyaben destnîşan kir ku wan xwestiye li navçeyên Soran û Rewanduzê jî ji bo alîkariyê sindoqan deynin, lê belê ev hewildana wan ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatiye anstengkirin. 

Çiyaben herî dawiyê spasiyên xwe ji hemû aliyên piştgirî dane kampanyayê re pêşkeş kir.


(zt)