Çeka ku Ugur qetilkir ya polîsane

15:45

JINHA


STENBOL - Piştî Wezîrê Karên Hûndir Efkan Ala daxuyand ku wan çeka Ugur Kurt qetil kir tesbît kirin, guleya Kurt qetil kir ayîdî çeka polîs e û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo derbarê polîsê çek bikaranî lêpirsînê bide destpêkirin ji walîtiyê destur xwest.

Piştî Wezîrê Karên Hûndir Efkan Ala daxuyand ku wan çeka Ugur Kurt ê ku li baxçeyê Cemxaneya Okmeydaniyê disekînî qetil kir tesbît kirin, hate zanîn ku çeka Kurt qetil kir ayîdî polîs e. Hate ragihandin di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ji bo derbarê polîsê ku çek bikaranî lêpirsînê bide destpêkirin ji Walîtiya Stenbolê destur xwet.


(zt)