Yekîtiya Star komkujiya Serêkaniyê şermezar kir

18:34

NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyona Yekîtiya Star komkujiya li dijî welatiyên sivîl û zarokan ku ji aliyê hêzên tarî ve bi dest çeteyên DAIŞ’ê li gundên Tilêliyê, Temadê û baxçeyê Ovencakê yên rojavayê bajarê Serêkaniyê pêk hatiye, bi daxuyaniyekê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de her wiha banga tevlîbûna nava refên YPG’ê û YPJ’ê hate kirin.


Daxuyaniya Yekîtiya Star wiha destpê dike: “Di van 3 salên dawiyê de li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê şoreşgerên Kurd ve şoreşek bê hempa tê meşandin. Di bê hempabûyîna vê têkoşinê de tiştê herî balkeş ew e ku hemû pêkhateyên ku li Rojavayê kurdistanê jiyan dikin dest dane hev û şoreşa gel pêk anîn. Lê ev jiyana hevbeş rastî êrîşên pir dijwar tê. Ji ber ku pergala şaristaniyeta Kapitalist naxwaze hemû pêkhateyên vî welatî bên gel hev, di nava aramî û aştiyê de bi hev re jiyan bikin. Ji bo wê jî em dibînîn ku hinek hevdîtin pêk tên û li ser wî bingehê ji êrîş têne pilankirin. Bi taybet piştî ku PDK’ê û dewleta Sûriyê hevditin pêk anîn, li Rojavayê Kurdistanê êrîşên der mirovî dijwartir bûn. Li Hesekê li dijî çeperê hêzên Asayîş û YPG/YPJ êrîş pêk hatin. Her roj li Hesêkê êrîşên bombeyî pêk tên. Herî dawî jî li Serêkaniyê gundên Tilêliyê, Temadê û baxçeyê Ovencakê çeteyên DAIŞ'ê li dijî gundiyan komkujiyek pêk anîn.”


 


Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev komkujî bi zanebûn pêk hatiye û li dijî jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de ye û wiha hate gotin: “Ev gundên ku rasta vê êrişa hovane hatine diyar e bi awayekî zanabûn hatine hilbijartin. Ji ber ku di van gundan de Kurdên Êzdî û Ereb di nava aştî û aramiyê de, bêyî pirsgirêk bi hevre jiyan kirin. Bi vê êrîşê diyarbû ku wan hevdîtinên çawa û plansaziyek dane pêşiya wan çeteyên kujer.” Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşnakirin ku di encama şerê Serikaniyê de çeteyên DAIŞ'ê li hemberî şervanên YPG'ê bin ketine û ji ber vê yekê jî li dijî welatiyên herêmê yên sivîl komkujiyan pêk tînin.


Daxuyaniya Yekîtiya Star wiha bi dawî bû: “PDK’ê û dewleta Sûriyê ji derveyî komkujî, kuştin û bê exlaqiyê tiştekî din nadin gelên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê. Ev êrîşên ku li Sêrikaniyê rû dane,  em bi tundî şermazar û riswa dikin. Em wek Yekîtiya Star, bang li hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku çeperê parastinê hîn bêhtir fireh bikin û tevlî refên YPG/YPJ bibin.”


(pk)