Mulkiye Bîrtane: Çima Serokomar ne jinek be?

08:57

Perihan Kaya – Bêrîtan Elyakut / JINHA


ENQERE – Di derbarê berendambûna Serokomariya Tirkiyê ya 2014’an de din ava partiyên HDP, AKP, CHP û MHP’ê de dest bi nirxandinan hatin kirin. Girêdayî mijarê Parlementera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane nirxandin kir. Mulkiye diyar kir ku li gorî hemû hevdîtinên li gel damû dezgayên li Tirkiyê kirine tê dîtin ku pêşniyar ji bo jinek bibe Serokomar heye.


Ji dema avakirina Komara Tirkiyê ji sala 1923’an hetan niha 11 Serokomarên cuda hatî ser deshilatiyê. Bi giştî ji wê demê heta niha 18 caran hilbijartinên Serokomariyê hatine kirin. Heta 2007’an her 7 salan carekê hilbijartinên Serokomariyê dihatin kirin. Ji wê demê ve bi referandomên gel û guherîna zagonan  her 5 salan carekê tê kirin. Tê payîn ku dê di tebaxa 2014’an de cara 19’emîn hilbijartinên Serokomariyê bê kirin. Di derbarê berendambûna Serokomariya Tirkiyê ya 2014’an de din ava partiyên HDP, AKP, CHP û MHP’ê de dest bi nirxandinan hatin kirin. Di derbarê mijarê de Partiya Demokratîka Gelan (HDP) li gel rêxistinên civaka sivîl, organên medyayê û sendîkayan rêze hevdîtinan dikin. mijarê Parlementera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî din ava koma hevdîtinan dikin de cîh digire.  Mulkiye da zanîn ku li gorî hemû hevdîtinên li gel damû dezgayên li Tirkiyê kirine tê dîtin ku pêşniyar ji bo jinek bibe Serokomar heye.


   ‘Pêşniyara STK yê jî jinek bibe berendam’


Mulkiye destnîşan kir ku ji bo berendamtiya Serokomariyê ew weke HDP li gel sendîkayan, rêxistinên civaka sivîl û organên medyayê hevdîtinan dikin û pêşniyaran digirin û wiha got: “Di dîroka Tirkiyê de her dem Serokomar di parlementoyê de tê hilbijartin. Li gel guherîna zagonan dê êdî gel hilbijêrin. ‘Gelo civak Serokomarek çawan dixwaze?’ Ji ber vê jî em nêrînên saziyan digirin. Em naxwazin hilbijartin tenê hilbijartina partiyekêbe. Heta niha saziyên kum e pêre hevdîtin kirine hinek metirsiyên wan yên bi vî awayî hene: Çawa ku di hilbijartinên herêmî de partiyên deshilatdar hemû derfetên heyî ji bo bi destxistina deshilatiya xwe seferber kirin, di tirsin ku vê carê jî bi heman awayî tevbigerin.” Mulkiye anî ziman ku pêşniyarên heta niha hatine girtine de piranî di derbarê jinek bibe Serokomare û wiha domand: “ STK yê diyar kirin ku bûyîna jinek ji bo Serokomariyê pêdiviyek mezine. Heta niha di Tirkiyê de her dem mêr hatine hilbijartin. Her dem mêran Tirkiye bi rêve biriye. Serokomarê hatin tenê rolê noter lîstin. Heta niha ji bo karkeran, jinan û tevayî civakê karek nekirine. Civak êdî rêveberiyek demokratîk dixwaze.”


‘Em xwe weke alternatîf dibîhin’  


Mulkiye bilêv kir ku dê li ser pêşniyarên STK yê di derbarê berendamiya Serokomariyê de binirxînin û wiha berdewam kir: “Kes mehtacê AKP, CHP û MHP’ê nîne. Sazî me weke alternarîf dibînin. Em jî xwe weke alternatîf dibînin. Di bêjin ji bom e ‘hêza we têrnake’ lê em dixwazin tuştekê bidin gelê Tirkiyê. Divê Serokomarê bê ne ji bo berjewendiyên deshilatiyê ji bo berjewendiyên gel bixebitin. Di sed sala 21’an de pêdiviya Tirkiyê bi mirovek wiha heye. Divê Serokomar lig ora demokrasiyê tevbigere.Heger Serokomar bibe mêr be pêdiviya civakê bi kesek ku ji bo wan bibe bersiv heye. Lê dema ku jin be ji xwe jin dê lig ora berjewendiyên civakê bifikire û pêdivî bi kesek bi wijdan nîne.”


‘Civak ne neçare ku mêrekê hilbijêre’


Mulkiye diyar kir ku dê di tura yekem de bi bernedamê xwe bikevin hilbijartinê û wiha pêde çu: “Di tura duyem de jî emê di derbarê telebên xwe de hinekan destek bikin, yan jî nekin. Hinek nirxandinên weke ‘jin nikare bike’ hene. Lê em tevlî van nîqaşan nabin. Tevgera rizgariya gelê kurd ev nêrîn hilweşandiye. Di şaredariyan de pergala hevserokatiyê heye. Di nava partiya me de bi hezaran jin hene. Cardin pergala HDP’ê pergalek wekheve. Civak ne neçare ku mêrekê hilbijêrin. Dibe ku jin neyê hilbijartin. Lê berendamekî jin nîşandan bi serê xwe serkeftineke. Digotin jin nikarin bibin şaredar, lê bûn. Digotin jin nikarin bibin parlement, lê bûn. Çima nikarin bibin Serokomar? Weke HDP hîna me biryarek nedaye. Di dema pêş de di derbarê fikrên xwe de emê bi raya giştî re par bikin. Lê dibe ku berendama me jin be.”


 (zt)