'Azadiya Serokatiyê azadiya jinên kurde'

09:15

Mizgin Tabu / JINHA


ŞIRNEX – Kampanyeye bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin” ya ku ji aliyê DOKH’ê ve hatî despêkirin,li gelek gund û navçeyên Şirnexê jî bername hatiye amadekirin û gelek çalakî tên kirin. Girêdayî çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de aktîvîsta DOKH’ê Leyla Saraç got: “Azadiya Serokatiya me azadiya hemû jinên kurde. Em jî li gora wê lig undan digerin û çalakiyan der dexin. Di wan çalakiyan de em giringî û wateya kampanyayê ya azadiya Serokatî û jinan vedibêjin.”


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef kirine û li ser wî bingehî dest bi kampanyeya bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin” kirine. Her cihên ku jinên kurd lê hene bi awayekî lew berdewam dike. Li tevahiya herêmê kampanya bi çalakiyên cihêreng berdewam dike. Yek ji bajarên bi hemû leza xwe di navend, navçe û gunedên wê de kampanya bi çalakiyên cihêreng berdewam dike jî Şirnexe. Girêdayî çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de li Şirnexê berdewam dike aktîvîsta DOKH’ê Leyla Saraç axivî. Leyla diyar kir ku çalakiyên wan weke sînevizyona ser jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, civîn û bi şev jî meşên bi meşale berdewam dike. Leyla da zanîn ku jin bi kelecanek mezin beşdarî li çalakiyên wan dikin.


‘Em bi jinên gundan re hatin ba hev’


Leyla anî ziman k udi tevahî meha gulanê de ew li gund bi gund geriyane, cin li wan civiyane û wan jî kampaneya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin” dane nasîn. Leyla destnîşan kir ku di van komcivînên gundan de wan gelek semîner û civîn jî çêkirine. Leyla derbirî k udi civînan de wan hem di derbarê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û hem jî di derbarê azadî û mafê jinan de agahî dane.


‘Kilîta azadiyê ya rastî heye’


Leyla bilêv kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya hemû jinên kurde û wiha domand: “Ji ber wê jî me weke aktîvîstên DOKH’ê pêdivî bi kampanyeya bi navê navê ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin’ dît. Em çawan bijîn Serokatiya me hînî me kir. Felsefeya jiyana Serokatiya me ji bo me bûye wateya jiyanek nû. Ji bo rêxistinkirina jinan û di hemû navendên jiyanê de hêza xwe ya cewherî derxînin holê, girêdayî jinan me pirtûk û nivîs amade kirine.”


‘Hemû kesîmên civakê bi qasî tê xwesin ni bi hişmendîne’


Leyla balkişand ser giringiya jinan din ava tekoşîna kurdan ya netewî de û wiha berdewam kir: “Bi qasî tê xwestin hemû kesîmên civakê ne bi hişmendine. Her gund û taxên em diçinê pir baş tevgera azadiya gelê kurd pir baş dizanin, jiyan dikin û bedelê wê didin. Lê di aliyê ser felsefeya Serokatiyê xwe perwerdekirin û şêwe dayîna kesayeta xwe de kêm dimînin. Bernameyên me yên gunda pir baş derbas dibe.”  


 (zt)