Gundê Yunnan mînaka şahistana jinane
09:23
Şêrîn HISO/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN– Gundê Yunnan li başûrê Çînê wekî şahistana jinan tê nasîn. jin berpirs û xwediyê malê tên dîtin. Yek ji kevneşopiyên wan jî ‘Dîlana Agire’. Di Dîlana Agir de hemû gundî dicivin û wekî ahingekê li dar dixin. ji ber ku gund di nava xwezayak xweş de hatiye avakirin gund her sal rastî serdana gelek turîstan tê. Zarok bi navê pîrikên xwe tên nasîn û paşnavên wan ser pîrikên wanin.
Li gundek yê bi navê Yunnan yê kêleka gola Lugu ya Başûrê Çînê gelek bi navê gelê Musuo dijî. Hejmara gelê Musuo qasî 40 hezarane . ji ber ku gund di nava xwezayak xweş de hatiye avakirin gund her sal rastî serdana gelek turîstan tê. Her kesê ku serdana vî gundê xwedî xwezayak xweş dike maf dide ku gund wekî şahistana jinan bê binav kirin. Ji ber ku jin di vî gundî de jiyan û evîna xwe bi awayekî nimune di cîhanê de dijîn.
‘Zarok bi navê pîrikên xwe tên nasîn’
Zarok di malê de gelek nêzî dayîkên xwene û bi her awayî dayîkên xwe dişopînin. Weke ku tenê jiyana wan girêdayî dayîkên wane. Li wê jin mal mezin û xwediyê malêne. Zarok bi navê pîrikên xwe tên nasîn. Paşnavên wan li ser pîrikên wanin. Hemû karubarên civakî li wê jin birêve dibin. Mêr bi karê girtina masiyan û karê ji derve re mijul dibin.
‘Dîlana Agir’
Yek ji kevneşopiyên wan jî ‘Dîlana Agire’. Di Dîlana Agir de hemû gundî dicivin û wekî ahingekê li dar dixin. Piştî ahengê her jinek bang li yarê xwe yê ku bi xwe hilbijartî dike û wî dawetî mala xwe dike. Divê mêr berî serê sibê rojhilatê cardin vegere mala dayika xwe.
Hejmara gelê Musuo qasî 40 hezarane . ji ber ku gund di nava xwezayak xweş de hatiye avakirin gund her sal rastî serdana gelek turîstan tê. Her kesê ku serdana vî gundê xwedî xwezayak xweş dike maf dide ku gund wekî şahistana jinan bê binav kirin. Ji ber ku jin di wî gundî de jiyan û evîna xwe bi awayekî nimune di cîhanê de dijîn.
Mînaka şahistaniya jinan
Ji bo ku turîst bighêjin vî gundî rêwîtiyek nêzî 7 seatan bi otobîsan dikin. Ji ber ku gelek turîst her sal tên serdana gund rewşa wan ya aborî pêşketiye û teknolojî derbazî jiyana wan bûye. Her wiha li gund wesayîtên nûjen li gund tên karanîn. Ji ber roj bi roj modernîte derbazî hemû çandan dibe gelê Musuo têkoşînek mezin dikin da ku çanda xwe biparêzin. Yek ji xalên herî giring yên parastina çanda wan jî Dilana agir e. Gelê Musuo mînaka şahistana jina ye.
(şh/pk/zt)

