Dayîkên Aştiyê: Bila şer raweste
10:02
JINHA
WAN – Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê qirkirina hinek gundên Rojava ji aliyê çeteyên IŞÎD’ê ve nirxandin. Dayîkan diyar kirin ku ew êdî aştiyê dixwazin û dixwazin dawî li van qerkirinan bên. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Hanîfe Kaçak da zanîn ku ew dixwazin êdî xwîn raweste û gotin: “Bila şer raweste û xwîn nerije. Tu gunehê zarokên li wê tên qetilkirin nîne. Wan mirin maf nekirine.”
Duh serê sibê çeteyên IŞÎD’ê li gundên Temadê, Ovencakê û Tileliyê komkujiyên mezin li ser gel kirin. Hîna hejmara kesên hatine qetilkirin ne diyar, ji ber hîna hinek cenaze di destê çeteyandenin. Ev komkujî ji aliyê Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê ve hat şermezar kirin. Dayîkan êrîşên çeteyên IŞÎD’ê şermezar kirin û destnîşan kirin ku dê her dem li peyî pêvajoya aştiyê ya hatî despêkirin bin. Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê Hanîfe Kaçak, Perîşan Aslan û Zulfinaz Îtah derbirîn ku bila dema ji ya dinê zutir dawî li van komkujiyan bên û êdî xwîn ne rije.
‘Wan mirin maf ne kirine’
Dayîka Aştiyê Hanîfe Kaçak komkujiya Serêkaniyê şermezar kir û wiha got: “Qirkirina ku îro hat jiyan kirin bûyerek gelek bi êşe. Her dem yên tên qetilkirn kurdin. Gelo ev komkujiyane ji bo gelê kurd rewa tên dîtin? Bila êdî dayîk ne girîn û rondikên çavan ne rijînin. Bila şer raweste û xwîn ne rije. Tu gunehên zarokên li Rojava tên qetilkirin nîne. Wan mirin maf nekiriye. Ez yên ku wan qirkirinan dikin nelet dikim.”
‘Kurdan li hemberî hev radikin’
Dayîka Aştiyê Perîşan Alsan jî got: “Tiliya Tayyip Erdogan di van komkujiyan de heye. Em yên ku van komkujiyan dikin şermezar dikin.” Perîşan diyar kir ku hevgirtina Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokê Herêma Federala Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo kurdan ne başe û wiha domand: “Tayyîp Erdogan û Mesud Barzanî mil dane hev û kurdan li hemberî hev radikin. Ew dixwazin ku bira hev bikujin.” Dayîka Aştiyê Zulfînaz Îtah jî komkujiya hatî jiyan kirin şermezar kir û wiha berdewam kir: “Bûyerek divê nehatibana jiyan kirin. Em dixwazin aştî çêbibe. Lê mixabin her roja ku diçe em nûçeyên êşê dibihîsin. Hindirê me dişewite bila êdî hinek ji van komkujiyan re bêjin rawestin.”
(zt)

