Li Hewlêrê 2 jinên dinê jî dawî li jiyana xwe anîn
10:51
Gulan
30
/ 2014
JINHA
HEWLÊR - Li bajarê Hewlêrê di 6 saetan de du jinan dawî li jiyana xwe anîn û xwe kuştin.
Hat zanîn ku li taxa Rizgarî ya bajarê Hewlêrê di saet 5:40 an de jineke 16 salî agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest daye.
Heman rojê di saet 12'ê şevê de jî li taxa Fermanberan jî jineke ciwan ya 18 salî li nava malê bi werîs xwe daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.
Piştî her du bûyeran hevserê her du jinan ji bo lêkolînê ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hatin girtina bin çavan.
(zt)

