Li Lîcê alozî didome Heyeta BDP'ê û HDP'ê jî gihiştin cihê bûyerê

11:35

JINHA


AMED - Li Lîcê  ev çend rojin gel li hemberî çêkirina qereqolan li berxwe didin. Heyeta BDP'ê û HDP'ê ya dixwest biçin cihê bûyerê demekê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin, gihiştin cihê bûyerê. 

Li Navçeya Liceyê ya Amedê ev bi rojane welatî li hemberî çêkirina qereqol-qaleqol li ber xwe didin. Heyeteke di nav de Parlamentara HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û rêveberên BDP'ê jî heyî, xwest biçe cihê bûyerê. Heyeta ku xwest li cihê bûyerê lêkolînan bike li nêzî gundê Karazê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "Ewheliyê" hate rawestandin. Piştî heyet li vir demekê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin gihişt cihê bûyerê. 

Li gor agahiyan li cihê bûyerê gelek birîndar hene û gelek leşker jî tên şandina cihê bûyerê. 


(zt)