Nasnameya azadî û piştevaniya jinan a sedsala 21’an; Utaamara

12:10

Gulşen KOÇUK / JINHA


AMED - Du têkoşerên in ên enternasyonalîst ku bi jiyan û têkoşîna xwe navê xwe di nav dil û mêjiyê jinên kurd û gelê kurd de neqş kirine Uta û Amara navên xwe bi tîpên zêrîn di têkoşîna rizgariya jinan de nivîsandin


Di dîroka tevgera gel a kurdan de, Uta û Amara ji jinên kurd re rêhevaltiyê kirin. Li hemberî têkoşîna ku meşandin her kesê ku navê Uta û Amara bihîst şaş û metel man, ew piştî ku jiyana xwe jî ji dest dan ji aliyê jinên kurd û gelê kurd ê ku Uta û Amara xwe ji bo wan kirin gorî ve nehatin jibîrkirin. Uta û Amara yên ku têkoşîna xwe ya fizîkî êdî nikarin bimeşînin piştî wê qezaya trafîkê yê meşûm ê ku wan ji me veqetand jî navê wan li zarokên ku nû jidayik bibûn hat danîn, navên wan li sazî û dezgehên ku her yek ji wan wekî çepereke ku bi saya têkoşîna jinan hatine bidestxistin hat kirin. Bi vî awayî navê wan her tim di serî de di dil û mêjiyê jinan de, di hişê kllektîf ê gelê kurd de her zindî ye.


‘rengê herî bi înad ê naçilmise’


Jin di têkoşîna neteweyî ya kurd a 35 salî de bûn ‘rengê herî bi înad ê naçilmise’ û herî zindî. Ew bûn kesk, sor, zer û binevşî, ew bûn Ekîn Ceren(Amara), Uta (Nûdem). Ew bûn sembolên ku rengê xwe dan têkoşîna netweyî ya gelê kurd. Amara û Uta sembolên xwişk û biratiya têkoşîna neteweyî ya kurd in. Ne tenê ji bo kurdan di heman demê de ji bo gelek gelên ku li hemberî hişmendiya zilamsalar têdikoşin ew wekî Amara û Uta yên tirk û alman cihê xwe di nav vê têkoşînê de girtin. Çawa ku hatina wan a nav têkoşînê bi lez û bez bû sed mixabin ku çûyîna wan jî ew çend bil ez û bez û bi heyecan bû. Ew herdu şexsiyetên mezin ên bil iv û tevger di 31’ê gulana 2005’an de ango berî 9 salan li bajaroka Qeladizê ya Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de tevli karwanê nemiran bûn. Amara û Uta li dû xwe têkoşîn, berxwedaneke mezin û kevneşopiya rêhevaltiyeke rast û dirûst hiştin. 


rêxıstıngerıya xweser


Uta Schneiderbanger  ku di 20’ê tîrmeha 1961’an de di nav malbateke karker ê Katolîk de çavên xwe li jiyanê vekir ji keşeyên ku li hemberî olîgarşiyê tevli nav refên gerîlayan bibûn gelek bi bandor bûbû. Ji ber ku teolojiya rizgariyê ya fermî ya dêrî nepejirand ji dêrê veqetiya û tevli partiya komunîst bû. Lê ji ber ku li wir jî hişmendiya zilamsalar serdest bû bi girseyeke mezin a jinan re ji wir jî vediqete û tevli tevgera antîkapîtalîst dibe.  Uta yê ku ji destpêkê ve hem sosyalîst û hem jî femînîst bû her tim xwerêxistinkirina xweser a jinan diparast û dixwest ev rêxistingerî pêş bikeve. Uta destpêkê di navbera salên 1977-78’an de nû nû kurdan nas dike. Uta der barê vê naskirinê de wiha dibêje: “Ji partiyeke kurdan a ku nû hatiye damezrandin kirin, ev yek bala min jî kişand. Wekî miroveke femînîst pêdiviya bi awayekî xweser xwebirêxistinkirina kurdan min rast û di cih de dît. Piştî salên 1980’yî min PKK nas kir. Piştî ku Yekitiya Jinên Welatparêz a Kurdistanê (YJWK) hat damezrandin, me jî têkildarî jinê pirsên xwe arasteyê wan kir.”


Helwesta uta


Uta di nirxandineke xwe de têkildarî tevlibûna xweya nav refên PKK’ê dibêje ku ev biryareke ew çend hêsan nebûye û bi vî rengî nirxandinênx we didomîne: “Ez wekî miroveke alman, min her tim xwe ji bo hewldanên şoreşger ên Almanyayê berpirsiyar dibînim. Çûyîn ji bo min dihat wateya tenêhiştina rêhevalan, heta dihat wateya îxanetê. Ez hê jî têkildarî Almanyayê xwe berpirsiyar dibînim lêb i tenê ji Ewropayê çareserî nayê.” Uta bi awayekî altîf tevli civîna Lijneya Giştî ya  Kongra Gel dibe. Di beşa sondxwarinê de ligel ku mafê her kesên ku tevli civînê bibûn mafê wan ê bi zimanê xwe yê dayikê  sond bixwin hebû jî Uta bi kurdî sond xwar. Uta bi vê yekê nêzîkatiya xwe ya enternasyonal a ji bo mafê zimanê dayikê yê kurdan ku her kes jê bi bandor bibûn, nîşan dabû. Uta dema ku behsa hevnasîna xwe ya têkoşîan neteweyî ya kurd û tevlibûna xwe ya heta wê demê nirxandineke bi vî rengî dianî ziman: “Ji bom in şaşiya herî mezin ew bû ku dema ez di sala 1992’yan de çûbûm Dêrsimê, min wê demê diviya tevli gerîla bibim.”


Daxwaz û xeyalên uta


Uta di nirxandineke xwe de diyar dikir ku ew pir dixwest bibe dîrokek ji dîrokên çiyayên Mezopotamyayê. Uta di heman nirxandinê de ruhê wê demê, zor û zehmetiyên ku li Almanyayê rêxistinên şoreşger piştî ku belav bibûn hatibûn jiyîn, mirovên ku entergeryê pergalê bibûn, kesayetên ku ji bo bibin hevparê rizgariya gelên dîtir riya şoreşgeriya enternasyonalîst hilbijartibûn û bê ka çima ew terciha hevpariya têkoşîna gelê kurd kiriye wiha dianî ziman: “Her yek ji me çû deverekê lê me têkiliya di navbera xwe de mixabin ku pêş nexist. Lê bi taybetî jî me ji bo ku di nav tevgerên jinan de yekitî pêş bikeve û di warê parvekirina tecrûbeyan de me dikaribû bi bandor tevbigeriya.”  Uta diyar dikir ku ew ê di ser hevaleke xwe ya ku tevli têkoşîna filîpîniyan bûbû tevgera jinên filîpînî dê ji nêz ve lêkolîn bike û bi vê yekê jî dê encama lêkolînên xwe bi awayekî hûr û kûr bi tevgera jinan a kurd re parve bike da ku ew yek nebûna têkiliya di navbera tevgerên jinan de ji aliyekî ve derbas bike.


Çalak û hestıyarî


Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ku tekane zaroka malbata xwe bû di 8’ê çileya 1981’an de li Enqereyê ji dayik bûbû. Amara ji hevalên xwe yên ku piştî darbeya12’Îlonê hatibûn dinê cudatir, xwedî taybetmendiyên muxalifiya pergalê, li hemberî neheqiyan têkoşer, çalakger û ewqas jî xwedî hestiyarî bû. Amara ya ku bi eslê xwe ji Îzmîrê bû dema ku di Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Ankarayê dixwend di sala xwe ya dawî de zanîngehê terk kir. Dema ku li zanîngehê dixwend jî ew pêvajo bi lêpirsîn û çalakiyan derbas bûbû. Ji ber çalakiyên ku li nav fakulteyê û devreyê fakulteyê dihatin kirin  navê wê hema bêje dinav hemû lîsteyên lêpirsînê de derbas dibû. Ew bi vê rewşê tinazên xwe dikir û dema ku ji bo rewşê hîn bibe diêû jî digot; “Gelo ez ê di lîsteya Top 10 de di rêze çendan deme, gelo min serlîstebûnê bi destên kê ve berda.” Dema ku li zanîngehê bû kurdan û têkoşîna neteweyî ya kurdan nas kir. Amara ya ku bi qasî 2 mehan di girtîgehê de ma piştre diçe Ewropayê û heta bihara 2005’an jî di nav xebatên jinan ên Tevgera Azadiyê de cihê xwe girt.


Sînor nas nedikir


Di serdemeke ku têkoşîna azadiya jinan pêş diket de ji bo ku di nav van xebatan de cihê xwe bigire Amara di na Baskên Jinan a HADEP’ê de dest bi xebata aktîf dike. Ji dema ku Manîfestoya jinan tê weşandin û pêve hevok bi hevok manîfestiyê dixwîne û ji bo hişmedniya azadiya zayenîd pêş bixe dikeve nav nîqaşan. JI xebatên taxan ku di nav xebatên jinan ên partiyê de dînamîka sereke ye jî xwe tu carî nade paş. Ji bo ku rastiya gel û civakê fêm bike jî ji bo meşandina van xebatan xwe pêşniyar dike.


Arjîn  Artos  xebata li taxan a ku cara yekem bi Amara re dike wiha vedibêje: “Derdora civakî ya ku hevala Amara di nav de mezin bûbû di warê çînayetiyê de cuda bû. Belkî di jiyana xwe de tu carî pêdivî pê nedîtibe ku biçe taxên şevnişînan, dedoreke weê ya civakî ya wisa tune bû. Nêzîkatiya wê ya li hemberî geş ji bom in cihê meraqê bû. Em çend ku ji qerebalixa bajar dûr dibûn û nêzî şevnişînan dibûn heyecana wê jî dihat hîskirin. Dema ku me li malan digeriya mine w şopand; çavên wê çirsûkên jiyanê didan, dema ku bi rûkenî li rûyê jinên ku ji zimanê wan tu tişt fêm dikir, bi nêzîkatiyeke hevnasîna hezaran salan serên zarokan mist dida. Ew hêviya bi coş û peroş ku di nav dil û xunavên wê de mezin dibû hemû sînoran radikir.”  


Pêvajoya bınçavkırınê


Ji ber ku Emniyeta Enqereyê hema bêje her kesê ku di du çalakiyan de didîtin dikir binçavan Amara jî ji ber ku tevli çalakiyên legal ên partiyên bûbû (8’ê Adarê, Newroz ûhwd) hatibû binçavkrin û bi qasî du mehan li Girtîgeha Ulucanlarê hatibû ragirtin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve beyî ku navberê bixe navê vedigere xebatan û bi vê yekê israra xwe careke din nîşan dide. Ligel pêvajoya zor û zehmet a ku dijî xwe di nav atmosfera sar a Ewropayê ya ku qet jê hez nake dibîne. Piştî demeke kurd dîsa di nav xebatan de cih digire û li Ewropaya ku 4 salan lê dimîne her roj behsa vegera welat dike.


Uta û Amara di 31’ê gulana 2005’an de li bajaroka Qeladizê ya Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de tevli karwanê nemiran bûn. Di wê qezayê de ev her du gerîlayên jin tevli karvanê pakrewanan dibin û 6 gerîlayên PKK’ê jî birîndar dibin.


Ji bo wan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî ku merasîm tê çêkirin cenzeyan rê dikin bajarên ku lê ji dayik bûne. Cenazeyê Amarayê ya ku ji aliyê malbata wê ve tê wergirtin li Enqereyê û cenazeyê Uta jî ji aliyê malbata wê ya ku tê Amedê  digirin û dibin li Almanyayê defin dikin.


(aw)