Jina ku welatek azad dixwest jiyana xwe ji dest da

12:38

JINHA


STENBOL- Di mitînga nava bajêr ya 22’ê kanuna sala 2013’an de polîsan bi avaşid û gaza îsotê mudaxele kiribûn. Di encamê de Elîf Çermik ya 64 salî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû.


Li navçeya Kadiyoyê ya Stenbol ê di 22’ê kanuna sala 2013’an de mitînga nava bajêr de polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxele kiribûn. Di encamê de Elîf Çermik ya 64 salî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû. Di dema mudaxeleyê de Elîf qeyîrana dil derbas kir ku bi erdê ket. Pisporê Dil û Demaran Dr. Siyami Ersek Gogus yê Nexweşxaneya Lêkolînê diyar kir ku Elîf di naxweşxaneya Lêkolînê de piştî tekoşîna jiyanê ya 159 rojan vê serê sibê jiyana xwe ji dest da.


Elîf di mitînga bajar ya 22’ê kanunê de, dema ku mukrofuna çapulcu TV  dirêjî wê kirine de wiha gotiye: “Ez welatek azad dixwazim.”


 (zt)