Desteya Jinên Xweser a Efrînê civînek li dar xistin

12:47

JINHA


EFRÎN - Desteya Jinan a Herêma Xweser a Efrînê li navenda Desteyê bi kadroyên xwe re civiya. Di civînê de bi dehan endamên Desteya Karên Derve beşdar bû û rewşa  jinên di kampên penaberan de gotûbêj kirin.


Di çarçoveya kar û xebatên Desteya Jinan a herêma Efrînê de duh li navenda desteyê civîneke bi beşdariya kadroyên jin û endamên Desteya Karên Derve civîneke hate lidarxistin. Di civînê de Seroka Desteya Jinan Fatîma Lekto derbarê şerê taybet û tundiya li dijî jinan û bi taybet kiryarên li kampên penaberan ên li Herêma Başûrê Kurdistanê de axivî. Her wiha Fatîma di axaftina xwe de bang li jinan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku hemû mafên xwe bi dest bixin.


Fatîma di berdewama axaftina xwe de got: “Hemû tiştên ji jinan re hatine kirin tenê di çarçoveya durişmeyên nivîsandî de mane."


Fatîma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî hemû kiryarên ne rewa yên li dijî jinan, disekinin û wiha dawî da axaftina xwe: “Rola jinan di pêşxistina civakê de, sereke ye.”


(zt)