Alikariya ji bo Rojava dê sibê bê şandin

13:18

JINHA


MÊRDÎN - Alîkariya ji bo gelê Rojava di çarçoveya kampanyayê de li bajarên herêmê berdewam dike. Alîkariya ku li Nisêbîn û gelek bajarên din tên komkirin li navçeya Nisêbînê tên depokirin û ji vir jî dişînin Qamişloyê.


Alîkariya ji bo gelê Rojava di çarçoveya kampanyayê de li bajarên herêmê berdewam dike. Alîkariya ku heta niha hatiye komkirin dê sibê ji navçeya Nisêbînê bişînin Bajarê Qamişloyê.


Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku alîkariya tê komkirin lazime weki lîsteyê bigêje destê wan û bi rêk û pêk bê şandin. Gokkan, anî ziman ku alikariyen tên komkirin di ser navçeya Nisêbînê re ji Qamişloyê re tê şandin û wiha got: "Alîkariya li bajarê herêmê tê komkirin li vir tên ser hev û em ji vir dişînin Qamişloyê. Ji niha û şûnde kesên alîkariyê kom dikin û bi kamyonan dişînin, divê lîsteya alîkariyê amade bikin û ji mere bişînin. Di kijan kamyonê de cih heye divê lîsteya wê derxin û ji mere bişînin. Ev alikarî dê her hefte berdewam bike. Derî her tim vekiriye. Di nava hefteyê de alîkariya mirovahiyê digêje Qamişloyê. Li wir herî zêde alîkariya zexîre, pêdiviyên jinan, zarokan, xwarina zarokan, ilac pêdiviya sereke ne.”


(la)