Panela ‘îhmal û îstismara’ zarokan despêkir
14:41
JINHA
AMED – Di bin pêşengiya DOKH’ê de bi navê ‘Îhmal û Îstismar’ panelek hat li darxistin. Di panelê de Pispora Parastina Zarokan û Xizmetên Civakiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gaziyê Fîgen Pasli axivî û got: “Girêdayî ensestên tên jiyîn sedema wê endamên malbatê rol û mîsyona xwe nayînin cîh û ji bîr dikin.”
Di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) de li Navenda Jiyana Hevbeş ya Sumerparkê ya Amedê panelek bi navê ‘Îhmal û Îstismar’ hat li darxistin. Panela ku ji aliyê DIKASUM, Komeleya Jinan ya Cerenê û Muduryeta Şaxa Zarokan alîkariya wê hat kirin, saziyên jinan beşdariyek mezin nîşan dan. Panel ji bo zarokên li Rojava hatin qetilkirin bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Despêkê di panelê de Pispora Parastina Zarokan û Xizmetên Civakiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gaziyê Fîgen Pasli axivî. Fîgen di derbarê îhmal û îstismara zarokan de nirxandinek giştî kir. Fîgen da zanîn ku wê ser zarokên piştî dema îstismar diyar dibe aliyê hiquqî û civakî her hiha di aliyê deruniya zarokan de tezek amade kiriye. Fîgen destnşnaş kir ku armanca wê jî ji bo îstismarên heyî derkevin holêye.
‘Sedema sereke ya ensestê endamên malbatê rola xwe ji bîr dikin’
Fîgen derbirî ku sedema sereke ya ensestê ji ber endamên malbatê rol û mîsyona xwe bi cîh nayînin û ji bîr dikin. Fîgen anî ziman ku divê zarokên ku rastî îstismarê hatîn bên vekirin, guhdarkirin û pirsgirêkên wan bên çareser kirin.
‘258 zarokan ji ber îstismaêrn zayendî serî li ÇÎM’ê dane!’
Pisporê Navenda Guhdarkirina Zarokan ya Xizmetên Civaki yê Amedê Erdal Karalar jî balkişand ser rewşa zarokên ku rastî îstismara zayendî hatine û wiha doman: “Zarokên ku ji aliyê kesên nêzî xwe ve rastî îstismarê tên yan wan dixin bin parastinê yan tên tehdîd kirin. Zarok yan şerm dikin yan jî di tirsin ji ber wê jî bi kesê re par nakin. Berê zarok dibirin qereqolan îfadeyên wan digirtin. Lê ve ne raste. Ji ber wê jî pêdivî bi navendên guhdarkirina zarokan hat dîtin. Ev navend jî li ser wan pêdiviyan hatin avakirin.” Erdal bilêv kir k udi nava 19 mehan de 258 zarokan ji bo îstismarên zayendî serî li Navenda Guhdarikirina Zarokan dane.
Panel bi nirxandin û pêşniyaran berdewam dike.
(zt)

