Li Agiriyê bi hezaran welatî diherikin mitînga hilbijartinê

14:51

JINHA


AGIRÎ  - Li Agirî mitînga BDP'ê ya ku bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi tevlîbûna hezaran kesan dest pê kir. 

Li Agirî ku di 1'ê hezîranê de careke din hilbijartin bê dubare kirin, mitînga bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bê li darxistin dest pê kir. Demîrtaş û kesên pê re di ketina bajêr li mewkiya Dambatê ji hêla hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Hemwelatiyan ku bi wesayîtên xwe ve wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên BDP'ê daliqandine, bi kerwaneke bi sedan wesayîtan ketin bajêr. Kerwan li ser xanî û kargehên ku li ser riya karwanê bûn bi nîşana serkeftinê, bi puşiyên kesk, sor û zer silav kirin. 

Mitînga ku li ber buroya hilbijartinê ya BDP'ê ya Kawşaxa Dortyolê tê lidarxistin, hevşaredarên heremê, parlementerên Altan Tan, Husamettîn Zenderlîoglu û Mulkiye Bîrtane, Şaredarê berê ya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, endamên MYK û PM'ê yên BDP'ê, Alîkara Hevserokê Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, rêveberên rêxistinên BDP'ê yên navçe û bajarên heremê û bi hezaran kes beşdar bûn. Bi taybetî li qadê jinên ku puşiyên kesk, sor û zer li stu û serê xwe pêçane, alên BDP'ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelek balonên rengên kesk sor û zer hatine daliqandin, qad bûye reng bi reng. Li qadê bê navber dirûşmeyên wekî "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Heso dizo", "Lêxe lêxe bila heso dizo bibîhîse" hatin avêtin. Her wiha li qadê panqartên wekî "Siwar hatin û peya çûn", "Di sosyalîzmê de israr di mirovahî de israr e", "Keda me rûmeta me, rûmeta me serokatiya me ye", "Bi rêveberiya xweser ber bi nasnameya azad", "Carek nebû şazdeh car BDP", "15 caran îtîraz vîna hate xesp kirin careke din BDP" û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Li dora qada mitîngê polîsan bariyeran danîne, hemwelatî piştî di 4 noqteyan de li ser wan tên gerandin, dikevin qadê. 

Mitîng piştî deqeyek rêzgirtinê dê bi axaftinan berdewam bikin.


(zt)