Amara Ceren li Komeleya Jinan hat bi bîranîn
16:16
JINHA
AMED – Endama PKK’ê Ekîn Ceren (Amara) di 31’ê Gulana sala 2005’an de li bajaroka Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federala Kurdistanê di encama qezayek ya tirafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Komeleya Jinan ya Cerenê bi boneya bîranîna Ekîn Ceren çalakiyek ya bîranînê hat li darxistin.
Di 31’ê Gulana sala 2005’an de li bajaroka Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federala Kurdistanê di encama qezayek ya tirafîkê de 2 endamên PKK’ê yên jin jiyana xwe ji dest dan û 6 endamên PKK’ê jî birîndar bûyîbûn. Yek ji her 2 jinên di wê qezayê de jiyana xwe ji dest dayî jî Endama PKK’ê Ekîn Ceren (Amara) ye. Li Komeleya Jinan ya Cerenê bi boneya bîranîna Ekîn Ceren çalakiyek ya bîranînê hat li darxistin. Di çalakiya bîranînê de Hevşaredara navçeya Rezan ya Amedê Fatma Armşîmend, Seroka Şaxa MEYADER’ê ya Amedê Leyla Ayaz, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Têkela DOKH’ê, endam û rêveberên gelek saziyên sivîl jî di nav de gelek jin amadebûn. Di salina bîranînê de li gel wêneyê Ekîn Ceren, Wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Leyla Qasim û Gurbetellî Ersoz hebûn. Her wiha wêneyên wan bi mum û kulîlkan hatibûn xemilandin.
Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dane despêkir. Paşê jî li ber dengê sitiranên Ekîn Ceren jê hez dikir sînevizyona ku hatibû amade kirin hat pêşandan. Bîranînê bi xwendina helbestên wê û nivîsên hevalên wê ji bo bîranîna wê nivîsîne bi dawîbû.
(zt)

