Perwerdeya tenduristiya jinê dest pê kir
14:08
JINHA
MÊRSÎN– Navenda Piştgiriya Tenduristiya Ciwan û Zarokan a girêdayê Midûriyeta Karê Civakî û Çandî ya Şaredariya Akdeniza Mêrsînê li taxan perwerdeya tenduristiya jinê da destpêkirin.
Navenda Piştgiriya Tenduristiya Ciwan û Zarokan a girêdayê Midûriyeta Karê Civakî û Çandî ya Şaredariya Akdeniza Mêrsînê, xebatên xwe yên cihêrengî li dar dixin, di çarçoveya xebatan de perwerdeya tenduristiya jinê tê dayîn.
Cîgira Berpirsa Midûriyeta Karê Civakî û Çandî ya Şaredariya Akdenizê Makbule Kaplan, daxuyanî da û diyar kir ku divê jin tevli perwerdeya tenduristiyê bibin. Makbule, daxuyand ku ji bo civakeke azad hewceye ku herkes zane be. Makbule wiha dirêjî axaftina xwe: “Divê em bighijin hemû jinan û xebateke hevpar bidin dest pê kirin û xizmeteke baş bidin gelê xwe.”
(la)

