'Sektorên tutinê ji bo jinan bandor bikin reklaman dikin'

08:48

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Her ku diçe din ava civakê de û bi tayîbetî jî din ava jinên ciwan de hînbûna çixarê zêde dibe. Serokê Şaxa Oda Tabîban ya Mûşê Kenan Şeker diyar kir ku li gora lêkolînên ku kiriye sektorên tutinê ji bo reklamê bikin herî zêde jinan bandor dikin. Kenan bang li hemû jinên rêxistinkirî kir ku li hemberî pergala jinan weke meta divînin parastina xweya rewa pêşbixin.


Li gora lêkolînên ku hatine kirin bi zêdebûna bajarvaniyê re karanîna cixarê ji aliyê jinan ve zêdebûye. Li gorî lêkolînên TUÎK yên sala 2012’an ser tutinê kirine di tevahiya cîhanê de jinên temenê wan derdora 15 saliyê cixarê vedixwin ji sedî 8 e. Ev hejmar li Tirkiyê ji sedî 65 e. Di tevahiya cîhanê de mêr ji sedî 80 cixarê bi kar tînin.


‘Di sala 1925 an de rêjeya jinên cixarê vedixwin ji sedî  20 bû’


Kenan da zanîn ku li gora lêkolînên salên 2004’an rêjeya zarokên keç yên cixarê di vexwin di rêjeyek zêdeye û wiha got: “Ev lêkolîn di nava 16 hezar xwendekarên temenê wan di navbera 13-15 saliyê de hatiye kirin. Din ava wan de ji sedî 22,3 zarokên keç di pêvajoyek ya temenê xwe de vexwarine û ji sedî 5 jî hîna berdewam dikin. 20-30 sal berê li Kurdistanê jinên ku  cixareyên ji titinê pêçane û vexwarine bi qasî tunebin kêmbûn. Lê balkêşe ku bi zêdebûna bajarvaniyê re rêjeya jinên cixarê di vexwin jî zêdebûne. Lig ora hinek îstastîkan di sala 1925’an de rêjeya jinên cixar divexwarin ji sedî 20 bûn.”


‘Vexarina cixarê  bi jinan re zêdetir rîska penceşêrê çêdike’   


Kenan destnîşan kir ku cixare di serî de penceşêr pêşî li hemû nexweşiyan vedike. Kenan derbirî ku nexweşiyên herî zêde cixare pêşîlêvedike yên weke serviks, mesane, gewrî dev-xwezî, gurçik, pankreasin û weke penceşêrêne û wiha domand: “Her wiha nexweşiyên weke dil- demar, nexweşiyên kironik yên weke pişik û tayîbetî jî bi dermanên ji bo qontrola welidandinê di van rewşan de vexwarina cixareyê gelek bi rîske.”


‘Di endustiriyên tutinê de bi jinan reklamê wan kirin ne tesadufeke’


Kenan anî ziman ku endustiriyên tutinê jinan bandor dikin û wiha berdewam kir: “Endustiryalên tutinê yên weke fîgurên moda, xweşikbûn û azadiyê tên dîtin ne tesadufin. Divê em hişmendiya ‘jina cixarevexwer jina azad û bihêze’ hilweşînin. Divê di aliyê hişmendiya cixarê de em hişmendiyekê bidin çêkirin. Ev pergala heyî bi çavê metayê li beden û tendiristiya jinan dinêrin. Ji ber wê jî divê hemû jinên rexistinkiryî li hemberî vê rewşê rabin û helwedtekê bidin nîşandan. Ez bang li  hemû jinên rêxistinkirî dikim ku li hemberî pergalê parastina xweya rewa pêşbixin.”


(zt)