Rewşen Bedirxan: Yekîtiya Kurdan bide min ezê Kurdistanek azad bidim te

09:01

Zehra TUNÇ/JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Rewşenbîr û nivîskara Kurd ya kedkar Rewşen Bedirxan di parastin û dewlemendkirina çand û zimanê kurdî de xwediyê kedek mezine. Di heman demê de nivîskara Kovara Hawarêye. Di nivîsek ya xwe ya Hawarê de wiya gotiye: “karê jina Kurd netenê kebanî û xwedîkirina zarûkane. Karê jinan yê giring li dijî nezaniyê şerkirin û perwerdekirina zarokan e. Xwihên min ên delal, weke hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e, û dermanê wê zanîn e.”


Rewşen Bedirxan di sala 1909'an de li Kayseriyê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 1913'an de ji ber xebatên siyasî malbata wê koçber dibin. Bavê wê Salih Berirxan ji ber sedemên siyasi gelek caran hatiye girtin û ji kar hatiye durxistin. Hîna Rewşen 6 salî bavê wê jiyana xwe ji dest dide. Diya wê wan xwedî dike û disîne dide xwendin. Piştî dibistana seretayî qedand çû dibistana mamostehiyê ya bi navê ‘Dar el-Muelîmat’ û ew jî qedand. Li Şam û Ûrdûnû hîndekariya xwe berdewam kir û li Ûrdûnê bû yek ji mamosteyên jin ên destpêkê. Di heman demê de yek ji nivîskarên Kovara Hawarê ye. Di sala 1935'an de bi Celadet Bedirxan re dizewice. Di sala 1957'an de li Yunanîstanê kongreya dijberî-mêtingeriyê tê lidarxistin, di nava 6 delegeyên Kurd de beşdarî wê kongreyê bûye. Di 1971’an de li ser daxwaza Mustafa Barzanî, diçe Herêma Ferderala Kuridstanê û li bajarê Hecî-Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike. Nivîskara kurd Rewşen, bi helwestên xwe yên civakî, siyasî û hîndekariyê tê nasîn.


 Di sala 1934’an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan Sûriyê


Rewşen di sala 1925’an de diçe bajarê Kerehê yê Urdunê û li wê dibe berpirsiyara dibistanê. Di sala 1928’an de vedigere Şamê dibe mamoste û berpirsa gelek dibistanan. Di sala 1934’an de li Suriyê dibe endama komeleya Yekîtiya Jinan. Di 22’ê sibata 1935’an de bi Mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Dibin xwediyê du zarokên bi navên Sînem û Cemşîd.


Rewşen di jiyanê de jî mamostebû


Di sala 1944’an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongra Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen a niştimanî pir berfireh û kûr e. Ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî Qolonyalîzma Fransa rawewsta. Bi taybetî jî wê doza gelê Filîstînê parast û  di dibistanên ereban de mamosteyî kir. Her wiha gelek nivîs û gotar di kovarên erebî de weşand. Rewşen bi qasî ku li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedîkirina zarokan de mamoste bû.


‘Kurmê şîrî heta pîrî’


Rewşen di hemû kovar, pirtûk û hemû afirandinên Celadet de alîkarî kiriye û her duyan bi hev re kar kirine. Di nivîsek xwe ya bi navê ‘Kebanî û Mamoste’ ya hejmara 27’an a kovara Hawarê de wiha dinivîse: “Mêrên ku qedera gelan di destê xwe de digirin li ber destê jinan xwedî dibin û tên mezinkirin. Paşê jî tim û tim li jinan deshilatiyê dikin. Ezê gotinek pêşiyan li bîra we bixim: ‘Kurmê şîrî heta pîrî’. karê jina Kurd netenê kebanî û xwedîkirina zarûkane. Karê jinan yê giring li dijî nezaniyê şerkirin û perwerdekirina zarokan e. Xwihên min ên delal, weke hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Li gel gelên rêjeya wan ya xwendinê bilind sedema vê nexweşiyê di nexweşxaneyên tayîbet de derman dikin û ji wan nexwşxaneyan re dibêjin dibistan. Mamoste jî bijîşkên wan nexweşxaneyanin.”


‘Jin û bextiyariya malê’


Rewşen di nivîsek xwe ya bi sernivîsa ‘Jin û bextiyariya malê’ di hejmara 28’an a Kovara Hawarê de jî wiha dinivîse; “Gelek jin hene bawer dikin ku rehetî û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea’det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê re ye. Xincîkên belengazan hene ku sea’det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihatî cih dibînin.”


‘ji hev hezbikin û piştgiriya hev bikin’


Rewşen  di sala 1971’an de beşdarî Kongra Sêyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya li başûrê Kurdistanê hat li darxistin bû. Rewşen di sala 1956’an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hişyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Dema ku Rewşen pir nexweşbû û piştî wê gelek nema jiyana xwe ji dest da ji bo ciwanekî kurd wiha gotiye: “Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te. Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn; îro hûn giha ne; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hezbikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, bela wela nebin.”


‘Evîn û janên min’


Nivîskar û ronakbîra kurd Rewşen gelek berhem afirandiye. Yek ji wan jî pirtûka wê ya bi navê ‘Dotmam’ e. Gelek nivîs ji zimanên weke tirkî û erebî wergerî zimanê kurdî kiriye. Di sala 1951’an de 2 çîrokên bi navê ‘Bîranînên Jinekê’ û ‘Evîn û janên min’ ji tirkî wergerî erebî kiriye. Ji derveyî van gelek berhemên wê yên bi zimanê kurdî û erebî hene.


Di 1’ê Hezîrana 1992’an de  Rewşenbîr û nivîskara kedkar çavnê xwe li jiyan girt û ji nava me koç kir. Dema ku Rewşen jiyana xwe ji dest daye li bajarê Banyaşêbû. Lê li ser daxwaza wê ew anîn goristana Şêx Xalidê Neqşîbendî li kêleka hevserê wê Celaded û bapîrê wê Bedirxan Beg sipartin axê.


(zt)