Di pêvajoya çareseriyê de gelên ermenî û suryanî li gel kurdanin

10:38

Derya CEYLAN – Bêrîtan ELYAKUT / JINHA


AMED – Teolog Arjen Gunel diyar kir ku ji sala 1915’an dema qirkirinên ermeniyan heta niha qirkirinên ser gelê ermenî, suryanî û kurd berdewame û wiha got: “Ji dema kum e bi hev re qirkirin derbas kirine heta niha em gelên ermenî, suryanî û kurd bi hev re dijîn. Îro em ermenî û suryanî jî din ava tekoşîna kurdan ya azadiyê de cîh digirin û bi her awayî alîkarî dikin.”


Di sala 1915’an de li herêmê serê ermeniyan qirkirin hat kirin nêzî 2 milyonan jinyana xwe ji dest da. Bi milyonan ermeniyan ji cîh û wanrên derdikevin û neçar dimînin koç dikin. Piştî qirkirinê bi qasî tunebin li herêmê ewqas kêm dimînin. Ermeniyên mane bi şêweyên cuda li gel kurdan li ber xwe dane. Teolog Arjen Gunel da zanîn ku pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin ji aliyê ermeniyan ve jî tê destek kirin û wiha got: “Pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî despêkirin armanc bi hev re jiyankirina hemû gelane. Em jî vê projeya Birêz Ocalan ji dil destek dikin.”


‘Divê êdî li her derê zimanê aştiyê bê xebitandin’


Arjen anî ziman kul i herêmê jiyana ermeniyan bi qasî zoriyên xwe xweşiyên xwe jî hene û wiha domand: “Em naxwazin li ser êşên berê me jiyan kirine êşên nû bijîn. Niha kurdan sazumaniyek nû û tevgerek heye. Divê di vî warî de kurd û hemû gelên dinê ji hev re bibin alîkar. Li hemberî polîtîkaya tunekirinê tenê dema ku em bibin hêz dikarin bersivê bidin wan. Berê kurd ji aliyê tirkan ve hatine rêvebirin. Di wan pêvajoyan de jî carin yên ku jiyana bi hev re bûnê dixwestin û li gora wê dijiyan cardin kurdbûn.”


‘Nêzî 2 milyon ermenî li ser vê axê hatin qetilkirin’


Arjen destnîşan kir ku qirkirina ermeniyan bi hemû ta qirêjiya xwe ve li ber çavane, hinek jî bi awayê polîtîk nêzî qirkirinê dibin û wiha berdewam kir: “Hikumeta ku cewherê pirsgirêkê çareser nekiriye daxuyaniyên lig ora xwe didin. Nêzî 2 milyon ermenî li ser vê axê qeitlkirin.”


‘Divê em bi cûdahiyên xwe bijîn’


Arjen wiha axivî: “Divê gelên li herêmê bêyî cudahiya çînî bi şêweyên xwe yên rengîn bikarin bijîn. Din ava civakê de cudahiyên weke misilman û ne misilman gelek şaşe. Li herêmê mirovên xwediyê baweriyên cuda û ji nijadên cuda her wiha xwediyê cihên dîrokiyên dewlemend divê weke civakek berfireh bi hev re bijîn. Ji ber wê jî divê em bi cudahiyên xwe bi hev re bijîn.”


‘Li herêmê ji ber nasnameyên netewiyên cuda cudahiya çînî nîne’


Arjen derbirî kul i herêmê bi saya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelên xwediyê nasnameyên netewiyên cuda dikarin bijîn. Arjen bilêv kir ku ji bo gel bi hev re bijîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kedek mezin dide û wiha got: “Tevgera ku Birêz Abdullah Ocalan derxistiye holê niha gihiştiye pêvajoyek gelek giring. Ji bo gel bi hev re bijîn sazumniyek nû çêdikin. Mînaka van ya herî berçav jî parlementer û hevşaredarên suryanîne. Li gel van jî ji bo gelên ermenî û êzidî jî nûbûnên giring hene.”


‘Bi peyama Serkwezîr ya ji bo taziyê min carekedinê jî qirkirin jiyan kir’


Arjen  diyar kir kul i gel  pêvajoya çareseriyê ya ku ev salek zêdetir hatî despêkirin hîna li Tirkiyê polîtîkaya îmha û tunekirinê berdewame. Arjen da zanîn ku gelên li herêmê hêviya xwe ya li hemberî dewletê nemaye. Arjen balkişand ser peyama Serokwezîr ya ji bo tazyeya qirkirina ermeniyan û wiha domand: “Weke ermeniyekê bêgoman metirsiyên min hene. Bi gotinên Serokwezîr yên dawiyê û peyama wi ya ji bo taziyê re min carekedinê jî qirkirin jiyan kir. Em li hemberî gotinên polîtîkin. Heger hikumet rêbaza xwe neguhere lêborîn xwesitna wan ji bom e dubare qirkirine.”


‘Dewlet ji bo qirkirinê her dem dixebitin’


Dewletan qirkirina wê demê ser ermeniyan kirine niha jî ser Rojava dikin. Arjen anî ziman ku divê her kes bi Rojava re dinava şêwirmendiyê debe û wiha berdewam kir: “Kirinên niha ser gelê Rojava tê kirin weke qirkirina berê ser gelê ermenî hatî kirine. Dewlet her dem ji bo qirkirinan dixebitin. Lê emê tucarî neyên lîstokên wan. Emê gelê ermenî, kurd û tirk nekevnin nava van lîstokan. Emê li hemberî dijminê xweyê rastî bi hêza xwe ya cewherî şer bikin.”


 (zt)