Li Siwêdê Hunermenda Kurd Hêlîn di pêşbaziya sitiranan de bû yekem

11:14

JINHA


SIWÊD - Hunermenda Kurd Hêlîn Aro li Siwêdê stiranek bi navê ’Go’, (Yele Yele, Alê Alê, Bijî Bijî) pêşkêşî pêşbirka ConIFA’yê kir, piştî du hefteyan sitirana wê ket rêza yekê û bi rêya telefonê serokê ConIFA’yê stranbêja Kurd pîroz kir.


Hêlîn Aro diyar kir ku roja Yekşemê 01.06.2014 Hilbijartiyê Kurdistanê ji bo wê du keyfxweşiyan çêdike yek sitrana wê û ya dinê jî hilbijartiyê welatê wê jî serdikeve.


Hêlîn da zanîn ku di roja leyistika dawiyê de jî wê di dema pêşkêşkirina xelatan de beşdarî merasîma xelatdayînê bibe û strana xwe bibêje.


(zt)