Rêxistinên jinan çûn serdana Îştarê

14:32

JINHA


MÊRSÎN – Endamên Mor Çati, Weqfa Piştewaniya Jinan û Komeleya Jinan a Gokkuşagiyê çû serdana Navenda Şêwirmendiya Jinan a Îştarê. Di daxuyaniya hevpar a saziyên jinan de hat diyar kirin ku di demên dawiyê de li hemberî sazî û dezgehên jinan operasyon pêk tê û xebatên jinan tê astengkirin.


Nûnerên saziyên sivîl ên wekî Mor Çati, Weqfa Piştewaniya Jinan û Komeleya Jinan a Gokkuşagiyê, çûn serdana Navenda Şêwirmendiya Jinan a Îştarê. Jinan di ziyaretê de destnîşan kirin ku zext û zordariya li hemberî saziyên jinan tê wateya asteng kirina kar û xebatên jinan. Daxuyaniya jinan wiha dom kir: “Herî dawiyê serdegirtina Navenda Piştgiriya Jinan a Îştarê.  Destdanîn ser evrak, dosya û kompitûrên van.”


Jinan di daxuyaniyê de got ku gelek jinên ku ji bo parastinê berê xwe dabû navendê, lê niha hemû dosya di deste polîsan de ye û ewlehiya jiyana jinan ketiye xetereyê.  Nûnerên saziyên jinan wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Em daxwaz dikin zext û zordariya li hemberî saziyên jinan bi dawî bibe û dosyayên ku di deste polîsan de divê bê îadekirin.”


 (la)