Festîfala Sînemayê ya Hewlêrê berdewam dike

11:31

JINHA


HEWLÊR - Yekemîn Festîfala Navnetewî ya Sînemayê ya Hewlêrê bi beşderbûna 120 hunermendên navdar ên welatên biyanî, rêveberê sînemaya Hewlêrê û hejmareke zêde ya mêvanan berdewam dike.


Derbarê festîvalê de Rêveberê Festîfala Navnetewî ya Sînemayê  derhêner Nasir Hesen got:  “Doh yekem roja festîvalê bû, em gelekî kêfxweş bûn bi amadebûna wan hunermendên ku beşdarî festîvalê bûn. Herwiha festîval jî 5 rojan berdewam dike.”


Nasir Hesen wiha axifî: “Armanca festîfalê ew e ku em zêdetir Kurdistanê bi cîhanê bidin nasîn bi taybetî jî di warê huner de. Herwiha em gelê xwe jî bi hunermendên biyanî bidin nasîn, ji ber wê jî ev festîval girîng e.”


Dê li holên Mega Mall û Family Mall û Empayer filîmên festîfalê bêne nîşan dan û her fîlmek dê sê caran were pêşan dan, da herkesek bikare wan temaşe bikin. Di nav fîlman de 26 kurte film hene û ji wan 8 kurte film Kurdî ne.


(zt)