Li Musilê 5 cotkarên kurd ên êzidî hatin qetilkirin

12:03

JINHA


MUSIL - Li deverên çandiniyê yên nêzî bajarê Mûsilê îro çend çekdarên nenas êrîşî pênc cotkarên Kurd kirin û di encama êrîşê de her pênc cotkar kuştin.


Lig ora hat zanîn îro çend çekdarên nenask li gûndê Şemsiyanê yê girêdayî bajarê Mûsilê bi wesayîtê çun nav zeviyeke çandinyê  êrîşî pênc cotkarên Kurd ên Şebek kirin, di encam de her pênc cotkarên Kurd qetilkirin paşê jî êrîşkar reviyan Hat zanîn ku piştî polîs geheştine cihê bûyerê cenazeyên cotkaran birine morga nexweşxana Musilê. Li gor agahiyan her ku diçe girtin û revandina Kurdên Şebek û yên êzdî ji aliyê çekdarên radîkal ên Îslamî ve zêde dibe. Heta niha bi sedan malbatên Kurd ên wan navçeyan cih ê warên xwe bicîh hiştine û ber bi navçeyên aram ên Herêma Kurdistanê koç kirine.


Girêdayî bûyerê lêkolîn hat despêkirin.


(zt)