7 kesên li Dêrsimê hatibûn wendakirina hatin bîranîn
14:06
JINHA
AMED – Çalekiya runiştinê ya Şaxa ÎHD a Amedê û xizmên wendayan di hefteya 277’an de hat çêkirin. Di çalakiyê de 7 kesên k udi sala 1994’an de li Dêrsimê hatin qetilkirn hatin bîranîn. Di çalkiyê de qirkirina Serêkaniyê hat şermezarkirn û di salvegera berxwedana Geziyê de kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin jî nehatin ji bîr kirin.
Her hefte xizmên wendayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darezandin” çalakiya runiştinê dikin. Îro jî di hefteya 277’an de çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya Amedê li darxistin. Di çalakiyê de endam û Rêveberên ÎHD, MEYA-DER, Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêveberên KESK, û gelek xizmên wendayan amdadebûn. Di çalakiyê de pankarta bi sernivîsa “Ew didemek şevê yê bê wext de ji malê hatin derxistin û carekedin venegeriyan” û gelek wêneyên wendayan hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku ev 277 hefteye ew ji bo wenda bên dîtin û faîl bên darezandin têdikoşîn û wiha got: “Mixabin ez bi xemgînî dibêjim hîna hişmendiya dewletê nehatiye guherîn. Ji ber di mijara dîtina wendayan de hîna faîlan diparêzin.”
‘Heger hun hesabê van wendayan nedin hunê nikaribin hêsan nefesê bigirin’
Racî da zanîn ku faîlên wendakirin û qetilkirina van mirovan dewlete û wiha domand: “Ji ber qatîl dewlete wê demê buhatabê me jî dewlete. Bila nefikirin dema ku dem ser dosyeyekê re derbasbû dê bê ji bîrkirin. Na ev doz na qede emê her dem li vê meydanê bicivin û çalakiya xwe berdewam bikin. Kesên ku hesabê van wendayan nedin dê nekarin rehet razin. Ji ber xizmên wendayan û dayîkên niha li vêderê dê tucarî pistiwa we bernede.”
Qumtanê leşkerî ew girtin û carekedinê venegeriyan
Sekreterê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren jî destnîşan kir ku di 23-24’ê Îlona 1994’an de li mezarê Mirik yê gundê Gokçek yê Dêrsimê 7 kesên bi navê Dilek Serin(3), Gulizar Serin (34), Duzali Serin (34), Hatun Işik (25), Elîf Işik (20), Yeter Işik (18), Haydar Işik (60) û Elî Işik (23) hatin girtin û carekî dinê nehatin berdan. Çîroka wendakirina wan hat gotin.
Piştî 5 deqe çalakiya runiştinê dawî li çalakiyê hat.
(zt)

