Amara ser gora xwe hat bîranîn

16:48

JINHA


ENQERE – Endama PKK’ê Ekîn Ceren Dogruak bi nasnav Amara ya ku li gel Uta Schneiderbanger di encama qezayek tirafîkê ya li bajaroka Qeladizê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dayî l ise gora xwe ji aliyê malbatê û heskiriyên xwe ve hat bîranîn


Endama PKK’ê Ekîn Ceren Dogruak bi nasnav Amara ya ku li gel Uta Schneiderbanger di 31’ê sala 2005’an de di encama qezayek tirafîkê ya li bajaroka Qeladizê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabûn. Îro li ser mezarê xwe ji aliyê malbat û heskiriyên xwe ve hat bîranîn. Di bîranînê de dayîka Amara Hulya, bavê wê Nusret Dogruak, rêveberên BDP û HDP’ê yên Enqerê, Endamê Meclisa Aştiyê Îmam Canpolat û gelek kes amadebûn. Ji ber Amara ji beyîbûnan gelek hezdikir, ser gora wê gelek beyîbûn hatin danîn. Di kesayeta Amara de ji bo hemû cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de Hevserokê Navenda BDP’ê ya Enqerê Ehmed Aday axivî û got: “Amara ji bo gelê kurd û Kurdistanê tekoşîn kir. Em kurd heta azadiyê emê vê tekoşînê berdewam bikin.” Ehmed da zanîn ku bi saya tekoşîna Amara û şoreşgerên dinê gelê kurd ser axa xwe nêzî azadiyê bûne.


‘Amara ji tekoşîna vî gelî bawer dikir’


Endamê Meclisa Aştiyê Îmam Canpolat jî anî ziman ku Amara, Kemal Pîr û qehremanên dinê yên mîna wan helwestek lehengî nîşandane û wiha domand: “Amara di asta herî bilind ya tekoşînê de cîh girt. Emê di rêya ku wan diyar kirî de bimeşin. Em li hemberî tekoşîna wan berjna xwe ditewînin.” Bavê Amara Nusret jî axaftinek kin kir û di dema axaftinê de jî xwe nekarî bigire û rondikên çavan barand û wiha axivî: “Ceren ji serkeftina tekoşîna vî gelî bawer dikir. Ji ber wê jî Ceren li gel vî gelî tekoşîn kir. Ev 9 salin bi saya hevalên Ceren em dikarin li hemberî vê êşê li ber xwe bidin.”


 (zt)