Girêdayî qetilkirina Dunya li Silêmaniyê semînerek hat dayîn
17:11
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê girêdayî qetilkirina Dunya ji aliyê hevserê wê ve semînerek hat li darxistin. Di semînerê de 25 rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl amadebûn. Di semînerê de ji bo bûyera Dunya û mijarên weke wê nirxandinên giring hatin kirin.
Di 23’ê yê gulanê de li navçeya kelekçi ya Duhokê Dunyaya 15 salî ji aliyê hevserê xwe ve bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Ew şêweyê qetilkirina Dunya bandorek mezin ser rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl, karkeran û hemû civakê kir. Li Herêma Federala Kurdistanê ev hefteyeke her roj meş û daxuyanî tên dayîn. Îro jî bi heman armancê Li otêla Silêmanî Palas ya bajarê Silêmaniyê bi tevlêbûna 25 rêxistinên jinan û rêxistinên civak sivîl semînerek hat li darxistin.
Di semînerê de girêdayî mijarên qetilkirina jinan û çareseriya ji b ovan pirsgirêkan nirxandinên giring hatin kirin. Her wiha girêdayî mijarê daxwazên xwe jî ji Hikumeta Herêma Ferderala Kurdistanê re şandin.
(zt)

