Jin eleqeyeke mezin nîşanî kursên pîşeyî didin
15:17
JINHA
RIHA - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji hêla Şaredariyê ve ji bo jinan kurs hatin vekirin. Kursên ku hatin vekirin rastî eleqeyek mezin a hat. 77 jinên ku tevli kursan dibin ji alav û amûrên ku biçin çopê çenteyan çê dikin û difiroşin.
Şaredariyê Wêranşarê ji bo jinan atolye û kursên nû vekirin. Kursên ku li atolyeya Mala Çandê ya Jinan a Şaredariya Wêranşarê hatin vekirin rastî eleqeyek mezin a jinan tê. Li van atolyeyan kursê dirûn, fesalî, kuaforî, folklorî û beşên tên dayîn. 77 jinên ku tev li van kursan dibin. Hefteyê 4 rojan perwerdehiyê digirin. Jin di van kursan de dirûn û fezala fanêre, gomlek, kiras û fîstanên herêmî û fesala din dikin.
Kursiyera bi navê Erdihan Demîr, diyar kir ku ew li vir fêrî dirûn û fesalê dibin û alav û amûrên êdî nayên bikar anîn û bûne malê avêtinê ji nûve dinirxînin û ji van alav û amûran çanteyên nû çêdikin. Demîr, anî ziman ku ew li vir cil û bergên herêmî difesilînin û didirûn.
Suna Aksak jî tev li kursa kuaforiyê dibe jî anî ziman ku bi van kursan dibin xwedî pîşe û hunera xwe pêş dixin. Aksak, da zanin ku kursên bi vî rengî ji bo jinan gelek baş in û hem di aliyê civakî û hem jî di aliyê pîşeyî de wan pêş dixin û şêwirmendiya jinan xurt dikin.
Wekîla Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken, diyar kir ku ew gelek girîngiyê didin jinan û ji bo ku jinan bikin xwedî vîn, huner û pîşe di nava hewldanan dene. Suna, da zanîn ku ew ji bo jinan cudahiya erînî û pozîtif bikar tînin.
(la)

