Dîroka jinan ya ji nedîtîve lêhatî nêrîn dê ji nû ve bê nivîsîn
09:01
Derya CEYLAN - Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Endama Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dinç diyar kir ku divê jin li hemberî pergala serdest ya ku nivîskarên jin dibin perdeyêde hêlane dest bidin pênûsê û bersivê bidin wan û got: “Em weke komele hewil didin bibin dengê hemû jinên cîhanê. Ji ber ji nûve nivîsîna berhemên jinan yên di refên pirtûkxaneyan de toz girtî û ji aliyê pergala deshilat ve ji nedîtî ve lê hatî nêrîn. Ji ber wê jî ji bo hilweşandina qalibên deshilatiyê dayîn çêkirin divê jin dest bi nivîsînê bikin.”
Di aliyê nivîsînê de pergala deshilat her dem ji nedîtîve li berhemên jinan nêrîne û jin li derdora xwe weke mal dîtine. Di van 300 salên dawiyê de li hemberî deshilatiya heyî bi riya hinek weşanên weke kovar pirtûk û rojname jinan hewildane wê hişmendiya li hemberî keda xwe hilweşînin. Beriya 12 Îlona 1980’an jinên k udi nava romanên siyasî de cîh girtine Komeleya Nivîskarên Kurd ya Îzmîrê avakiribûn. Ji sala 2009’an heta niha nivîskarên jin dibin banekên de kombûne û bi hev re têdikoşîn. Endam û yek ji damezrênera Komeleya Nivîskarên Jin ya Îzmîrê Sevîm Korkma Dînç da zanîn ku ev nêzî 2 salane bi weşana kovara bi navê “F” hewildidin bibin dengê jinên hemû cîhanê.
‘Hemû nivîs bi awayê devkî firîn û çun’
Sevîm destnîşan kir ku beriya sala 1980’an wê din ava tevgerên şoreşger de cîh giritiye û wiha got: “Di salên 1980’an de gelek jin din ava tevgerên şoreşger de zindî dixebitîn. Lê hema paştî wê dîroka me bi awayekî devkî rirî û çu. Ji ber belgeyên me yên nivîskî nebûn. Tuştên kum e jiyan kirine nehatine nivîsîn. Ji ber wê jî me ji xwe pirsên weke ‘Gelo çima jin jî nanivîsin?’ prsîn. Nêzî 2 salan bi vî awayî me nîqaşkir. Di encamê de me biryar da ku em komeleyekê avabikin.”
‘Armanca me em bibin dengê jinane’
Sevîm derbirî ku komele di rojên zor re derbasbûye û wiha domand: “Di binya komeleyê de li gel jinên bi karên weke wêje, zanîst û aboriyê ve mijuldibin jinên kovar û ronamejî dinivîsin hene. Dema ku nivîskar tê gotin tenê karê girêdayî wêjeyê tê hişê mirovan. Em li dijî vê hişmendiyêne. Di kîjan navedê de berhemên nivîskî bên nivîsîn ji bom e ferq nake. Kesên ku dest didin pênûsê û berheman di hilberîne ji bom e nivîskare.”
‘Rêgeza me alîgiriya aştiyêbûyîne’
Sevîm anî ziman ku ew armanc dikin bibin dengê hemû jinên dijî şer û wiha berdewam kir: “Me xwest em jinên nivîskar yên kul i dijî pergala kapîtalîst, hemû şerên heyî û alîgirên aştiyê li cihekê kom bibin û bi hev re komeleyekê avabikin. Ji ber wê jî rêgeza komeleya me ‘alîgirbûna aştiyê’ ye.”
‘Di 12’ê Îlonê de tiştên ku jinan jiyan kirina em kir pirtûk’
Sevîm bilêv kir ku wan weke komele tiştên jinan di 12’ê Îlonê de jiyan kirîn kirine pirtûk û wiha axivî: “Gelek hevalên me yên nivîskar din ava komeleyê de şahidên fermi yên bûyera 12’ê Îlonêne. Em şahidên zindi yên 12’ê Îlonêne. Lê heta niha di 12’ê Îlonê de jinan çî jiyan kirine kesê dest nedane pênûsê. Ji ber wê jî em jinên şahidên zindiyên bûyera 12’ê Îlonê di çapa Tirkiyê de weke ‘12’ê Îlonê jin bîranînên xwe par dikin’ me dest bi projeyekê kiriye. Di çarçoveya vê projeyê de nêzî 42 nivîsan hatine komkirin û bûn pirtûk. Bi vî awayî du xebatên me hatin qedandin.”
‘Girêdayî jinan tu nivîsên wêjeyî nîne’
Sevîm balkişand ser hişmendiya ku fikirînê weke karê mêran dibînin û got: “Girêdayî nivîsên jinan li Tirkiyê zêde çavkanî nîne. Ji pirtûkên hatîn wergêrkirin jî pir kêm çavkanî hene. Ji bo xwedîderketina li van çavkaniyan jî em dikarin Latîfe Tekîn û Leyla Erbîl weke mînak nîşanbindin.”
‘Kovara F bi keda jinan tê amadekirin’
Sevîm diyar kir ku ji bo zêdetir dengê jinan bê bihîstin wan di sala 2013’an de biryar dan kovara “F” derxînin û wiha got: “Em 3 mehan carekê kovara F derdixîn. Di hêjmarên kovara me de mijarên weke wêje, huner û şideta ser jinan tên weşandin. Ev kovar b ikada jinan ya hevbeş tê amadekirin.”
Bi nivîskarên kurd re xebatên atolyeyê
Sevîm da zanîn ku wan di Fuara TUYAP ya di 20-25’ê gulanê de li Amedê hat li darxistin de 2 çalakî li dar xistin. Sevîm destnîşan kir ku wan firseta li gel Wêjevanên kurd hev nasbikin dîtin. Sevîm destnîşan kir ku di axaftina vekirina Fuara TUYAP ya pirtûkan de Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak balişandiye ser rewşa nivîskarên jin, ji ber wê jî ew şanaziya xwe tînin ziman û wiha domand: “Di dema axaftinê de Birêz Gultan balkişand ser xebatên komelyeya me vê yekê em gelek kêfxweş kirin. Nasîna me ya li gel nivîskarên jinên kurd heta li Amedê heta niha em dinivîsin. Em di fuarê de jî hatin bahev. Dê ev hevdîtin berdewamî bibe. Em difikirin di dema pêşiya xwe de li gel nivîskarên jinên kurd ji bo çend rojan atolyekê vekin. Di demak nêz de emê li hev bicivin û vê xebata xwe parbikin.”
(zt)

