Jin bi daxwaza ‘Azadiya Ocalan’ di herikin kolanan

09:05

Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Jinan lez dan xebatên xweyên di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin.” Girêdayî kampanyayê Civaknas Halîde Turkoglu diyar kir ku ew azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hem ji bo aştiyek civakî û hem jî ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî giring dibînin.


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê di 25’ê Nîsanê de sitarta kampanyeya xwe ya bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” dabûn. Di çarçoveya kampanyayê de jinan lez dan xebatên xwe. Jin heta azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin. Jin tax tax, gund gund û kolan kolan digerin felsefeya jiyanê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan avakirî vedibêjin û didin nasîn. Di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên weke mitîng, meş, semînerên kolanan, festîfalên zarokan despêkirine. Girêdayî çalakiyên kampanyayê Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Çinarê Halîde Turkoglu nirxandin kir. Hamîde da zanîn ku ji meha nîsanê heta niha di bin pêşengiya DOKH’ê de bi kampanyeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” jinan pêşengî û rola xwe ya sereke nîşan dane.


‘Jinan rola pêşengiyê dan ser milê xwe’


Halîde balkişand ser kampanyeya ji aliyê DOKH’ê ve hatî despêkirin û got: “Yek ji armancên kampanyayê weke pirsgirêkên civakî rastiya jinan û kurdan jî derkeve holêye. Dema ku em li rastiya kurdan dinêrîn dibînin ku Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di felsefeya xwe ya jiyanê de rolê pêşengiyê daye jinan. Em jî weke saziyên jinan ji bo azadiya jinan û Rêbertiya xwe me dest bi kampanyayekê kir.”


‘Dê armanca me ya sereke azadiya Serokatiya mebe’ 


Halîde destnîşan kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de li Çinarê gelek çalakiyên cihêreng bên li darxistin û wiha got: “Kampanyeya me hem ji bo azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan  hem ji bo newekhevî û tundiya ser jinan li Tirkiyê û tevahiya cîhanê dê berdewam bike. Emê jin ji bo girtiyên azadiyê jî hewilbindin çalakiyan li dar bixin. Em niha çareseriya gelek pirsgirêkên civakî di felsefeya jiyanê ya Serokatiya xwe de dibînin. Din ava jiyanê de jiyan afirandiye û her saziyek dê xwediyê kîjan rolanbe destnîşan kiriye.”


‘Divê gavên şînber bên avêtin’


Halîde anî ziman ku gavên herî şînber ji bo pêşdebirina pêvajoyê azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Ji bo wê jî divê gel dakebin kolanan. Ji bo gel dakevin kolanan jî divê saziyên civakî baş bixebitin.”


‘Saziyên jinan rolekî giring dane ser milê xwe’


Halîde bilêvkiri k udi nava saziyên civakîde yên herî rolê zindî digirin saziyên jinanin û wiha berdewam kir: “Em li ser vî bingehî karbeşiyê dikin û xebatên xwe li gund, tax û kolanan birêve dibin. Talebên me ji azadiyekî fîzîkî zêdetir azadiya civakêye.”


‘Azadiya Rêber Apo berpirsyariya meye’


Halîde wiha axaftina xwe domand : “Azadiya Rêber Apo berpirsyariya meye. Di aliyê nasnameyê de vîna meye.” Halîde di dawiyê de derbirî ku dê weke aktîvîstên DOKH’ê heta Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên xwe berdewam bikin.


 (zt)