Di hilbijartinên Agiriyê de mudaxele: 2 birîndar

10:00

JINHA


AGIRÎ – Li Agirî ku hilbijartina heremî ya tê dubarekirin di bin dorpêçkirina polîsan de dest pê kir. Li Taxa 100. Yıl du muşahidên BDP’ê ku xwestin bikevin dibistanê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin , li ser vê yekê nîqaş derket û polîsan gule bera hewayê dan. Polîsan 2 muşahidên BDP’ê derb kirin. 


Li Agirî ku hilbijartina heremî ya tê dubarekirin di bin dorpêçkirina polîsan de dest pê kir. Hema bêje li ser her kolanekî komek polis bi wesayîtên xwe yên bi zirh sekinîne, bi gelek wesayîtan jî  li navend û li taxan dewriye davêjin. Bi taybetî li hewşiya dibistanên ku deng tên bikaranîn bi dehan hêzên çevîk û polîsên sivîl hene. Hemwelatî ku serê sibê saat 07.00’an de ji bo deng bikar bînin çûn ser sandoqan, parêzerên girêdayên baroyên heremê û parlementerên HDP’ê dibistanan digerin.  


 Polisan du muşahidên BDP’ê birîndar kirin


Serê sibehê muşahidên BDP’ê Alî û Mehmet Çarboga ku xwestin bikevin nava dibistana Seretayî ya Îsmet Omer a li Taxa 100. Yılê  ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Her du muşahîd ên kurmamê hevin ku li hemberê astengkirina polîsan derketin, di nava wan de nîqaş derketin. Polîsan ku her du kurmama derb kir, du derb guleyan bera hewayê dan. Her du kesên ku ji hêla polîsan ve ji rûyê xwe birîndar bûn. Alî Çarboga, diyar kir ku ew muşahidên BDP’ê ne û xwestin bikevin nava dibistanê lê ji hêla polîsan ve hatine astengkirin û wiha got: “Pêşî em hatin astengkirin me nîqaş kir, piştre gotin hûn dikarin bikevin hûndir. Lê ji ber parlementerên AKP’ê yî ku Cigirê Serokê Koma AKP’ê Suleyman Soylu jî li wir bû em hedef hatin nişandan û polîsan em derb kirin û du derb gule bera hewayê dan.”


Parlementerên AKP’ê gengeşiyê derdixin!


Hate ragihandin ku li her dibistanê li odeya midurê dibistanê AKP’yiyek heye û hate ragihandin ku di Dibistana Seretayiya 15 Nîsanê parlementerên AKP’ê muşahidên BDP’ê ji salonê derxistine û bi serokê sandoqê û muşahidên din re hevdîtinê kirine.


 Di dibistana Seretayiya Şeref Yelkaya ya li Taxa Fatîhê jî parlementerên AKP’ê û polîsan pêkûtî datînin ser hemwelatiyên ku tên dengen xwe bi kar tînin. 


(zt)