Hevşaredarên BDP’ê dengên xwe bi kar anîn
10:58
JINHA
AGIRÎ – Hevşaredarên Agiriyê Mukaddes Kubilay û Sirri Sakik dengên xwe bi kar anîn. Dema ku hevşaredaran dengên xwe bi kar anîn li ser dibistanan dest bi gerê kirin. Li Norşînê jî 12 hezar welatî diherikin ser sindoqan.
Hilbijartina 2’emin ya 2014’an ya hevşaredariyan dibin dorpêça polîsan de berdewam dike. Hevşaredarên Agiriyê Mukaddes Kubilay û Sirri Sakik dengên xwe bi kar anîn. Hevşaredar Mukaddes Kubilay li dibistana seretayi ya Îstiklalê dengê xwe bi kar anî. Hevşaredar Sirri Sakik jî li dibistana seretayiya Şeref Saraçoglu yê dengê xwe bi har anî.
Di serê sivê de hilbijartinan bi şideta polîsan berdana guleyan ya hewayê berdewam dike. Ji aliyê AKP’ê û polîsan ve welatî tên tehdîd kirin. Hevşaredarên BDP’ê parlementerên HDP’ê û parêzerên bûroyên herêmê herikîne Agiriyê. Ji bo tu bêmafî dernekevin hevşaredarên Agiriyê jî ser dibistanan digerin.
Norşîn
Li navçeya Norşînê ya Bidlîsê jî cara duyem hilbijartinan despêkiriye û ji serê sibê de welatî diherikin ser sindoqan. Di tevahiya navçeyê de ji bo 11 hezar û 994 kesên deng bidin li 11 dibistanan 44 sindoq hatine danîn. BDP’ê li ser her sindoqekê parêzerek û bi giştî 44 muşahîd peyîwirdar kirine. ÎHD jî li gel 30 parêzer û 65 çavdêran digerin.
Li tevahiya navçeyê dibin dorpêça polîsan de hilbijartin berdewam dike. Ji duh ve gelek polîsên tayîbet û wesayîtên zirxî ji bo hilbijartinan birine navçeyê.
Li aliyê dinê Parlementerên HDP’ê adil Zozanî, Ayla Akat Ata, Husamettin Zenderlioglu li gel hevşaredarên herêmê ji bo tu nerênî dernekevin ser sindoqan digerin. Li navçeyê hilbijartinan di saet 07.00’an de despêkiriye û dê heta saet 16.00’an berdewam bike.
(zt)
