Heyeta HDP’ê ketin ser rêya Îmraliyê

11:05

JINHA


STENBOL  - Heyeta HDP'ê ku ji Serokalîkarên Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan û Alîkarê Hevserokê HDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. 

Heyeta HDP'ê ku ji Serokalîkarên Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan û Alîkarê Hevserokê HDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike, ji Marînaya Atakoyê ya Stenbolê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Heyeta HDP'ê beriya niha jî bi Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anîbûn. Li bendê ye heyet di serdanê de encamên van hevdîtinan ji Ocalan re ragihîne. 

Heyeta ku heta niha 18 caran çûye giravê, herî dawî di 26 nîsanê de çûbûn Îmraliyê. 


(zt)