‘Êrîş li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye’
15:27
JINHA
ENQERE – Meclîsa Jinê ya BDP'ê, êrîşa li Sînop û Samsunê ku li dijî heyeta HDK'ê pêk hati şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye.
Meclîsa Jinê ya BDP'ê, têkildarî êrîşa li Sînop û Samsunê ku li dijî heyeta HDK'ê pêk hat bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye. Meclisa Jinê di daxuyaniyê de diyar kir ku navê CHP û MHP’ê jî di nava êrişê de derbas dibe û polîs li hemberî êrîşê bêdeng mane. Meclisa Jinan, da zanîn ku ev agahî û daneyên ku hatine komkirin nîşan dike ku êrîş bi plan û zanebûn pêk hatiye û kesên aştî û biratiyê naxwaze ev êrîş pêk anîne.
Jinan, da zanîn ku ev êrîş lîncê ye pêk hatiye û dixwazin li ser navê gelê Derya Reş vê êrîşê bidin xuyakirin. Jinan, anî ziman ku Gelê Derya Reş ji aştiyê natirse û ne berpirsiyarên êrîşê ne û wiha got: "Berpirsiyarê vê êrîşê hikûmeta AKP'ê ku tekêşîna kurdan a demokratîk "terorize” dike ye. Ev êrîş bi armanca provokasyonan pêş dikevin û dixwazin aloziyan zêde bikin. Balkêş e heyeta HDK’ê diçe kijan bajarî li wir koma êrîşê tê amadekerin û êrîşên lîncê pêk tîne. Ev dide xuyakirin ku bi pilan û zanebûn ev êrîş pêk tên. Em dixwazin AKP destê xwe ji ser kedê bikşîne û endamên KESK'ê bi lezgîn serbest berdin.”
(la)
