Dayîkên Aştiyê: Emê li Rojava xwedîderkevin

13:33

JINHA


EDENE – Bi boneya xwedîderketina li Rojava Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Edeneyê civînek ya çapemeniyê li darxistin. Dayîkan bang li raya giştî kirin ku bil ali hemberî çeteyên li Rojava ser navê ol qirkirinan dikin derkevin.


Bi boneya xwedîderketina li Rojava Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Edeneyê civînek çapemeniyê li dar xistin. Civîna çapemeniyê li avahiya Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumliyan (TUHAD-DER) ê hat li darxistin. Di civîna çapemeniyê de ser navê dayîkan Endama Meclisê Şukran Çelebi axivî û di despêka axaftina xwe de komkujiya Serokaniyê ji aliyê çeteyên IŞÎD’ê ve hatî kirin şermezar kir. Şukran diyar kir ku dê li hemberî komkujiyan rawestin û got: “Li sernavê îslamê komkujiyan dikin, jin û zarokan qetildikin. Em bang li dijminên Kurdistanê dikin. Ji bo bidawîbûna vî şerî me canê xwe daniye holê. Niha jî yên ku serkeftinên Rojava hezim nakin dixwazin bi komkujiyan gelê kurd bidin rawestandin. Şoreşa Rojava şoreşa Kurdistanêye. Emê ji bo xwedîderketina li Rojava xebatên xwe berdewam bikin.” Şukran li hemberî qirkirinên çeteyan ser gelê Rojava banga hestiyariyê li her kesê kir.


(zt)