Li Qoserê ji bo jinan kampanyeya perwerdeya penceşêrê

09:01

Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN – Navenda Şêwirmendiya Nuda ya jinan ya Qoserê ji bo balêbikişînin ser zu tesbîtkirina penceşêra pêsîran bi duruşma ‘Zu naskirin jiyanê rizgar dike’ dest bi xebatên xwe kirine. Ji bo ku hişmediyek bê dayîna jinan û her dem kontrola pêsîran bikin dest bi kampanyayek wiha hatiye kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê muçe jin diçin kontrola pêsîran li memografî û ultasonografiyan dikin.


 Navenda Şêwirmendiya Nuda ya jinan ya Qoserê ya ku dibin banê Şaredariya Qoserê de xebatên xwe birêve dibin bi Navenda Perwerdê re (KETEM) ê bi hev re ji bo balkişandina ser penceşêra pêsîr û rehîmê dest bi kampanyayekê kirine. Ji Navenda Şêwirmendiya Nuda ya jinan ya Qoserê Emîne Komak diyar kir ku ji bo di aliyê kontrola pêsîr û rehîmê de hişmendiyekê bidin jinan wan dest bi projeyekê kiriye û got: “Ji boz u kontrolkirina pêsîr û rehîmê me dest bi kampanyeya ‘Zu naskirin jiyanê rizgar dike’ kiriye. Armanca me ji bo balkişandina jinan û bi hişmendî kirina wan di aliyê kontrolkirina penceşêra pêsîr û rehîmê de. Di despêka kampanyayê de me li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê muçe 18 jin kontrol kirin, memografî û ultasonografiya wan da kişan.”


‘Divê jin li hemverî rîska penceşêra pêsîr û rehîmê bi hişmendîbin’


Emîne anî ziman ku wan di despêka salê de dest bi kampanyeya xwe kiriye û wiha got: “Me li gel KETEM’ê bi hev re dest bi vê kampanyayê kir û em li hemberî penceşêrê tekoşînê didin. Ji ber yek ji mijarên herî giring û jin ji destê wê dikêşin penceşêra pêsîr û rehîmêye. Weke em hemû jî dizanin dema ku zu tê teşîs kirin dê bikare pêşî lêbêgirtin û jiyana wan rizgar bike.”


‘Divê teqez jin kontrola pêsîr û rehîmê bikin’


Emîne bilêv kir k udi kampanyeya wan de temen ne diyar di her temenî de jin dikarin serlêdan bikin û wiha domand: “Jinên şikayetê wan nîne û hîna tu êşên girêdayî wan nexweşiyan hîsnekirine tercîha me jinên temenê wan 40 û ser 40 ê reye. Lê dema ku şikayetên wan hebin ji xwe me sînorek ji bot emen ne daniye. Di her temenî de jin dikarin serlêdan bikin. Em dixwazin bibin alîkar ji bo hemû jinan. Dema ku em din ava civakê de dinêrin kontrola penceşêra rehîmê pir rehet tê kirin û derbaskirin. Lê dema ku zu neyê teşîskirin dikare ji bo jinan vegere rewşek ya kabûsê. Ji ber wê jî divê bi rêkupêk kontrola wan bê kirin. Divê jin di aliyê tenduristiya xwe de baldarbin. Ez dubare dibêjim divê her 6 mehan carekê jin kontrola pêsîr û rehîmê bikin.


 (zt)