Li Lîcê berxwedan dê ji bo Îmraliyê bibe selam

09:08

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Berxwedana Lîcê di roja xwe ya 10’emîn de berdewam dike. Leşker û polîsan rêyên ketin û derketina Lîcê hemû girtine. Di hindirê Lîcê û gundên derdorê de jî ciwanan xendek kolane çun û hatina polîsan asteng dikin. Welatiyan diray kirin ku wan ne tenê ji bo çêkirina kalekol, qereqol, HES û bendav dest bi vê çalakiyê kiriye. Welatiyan dan zanîn ku dê heta Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  çalakiyên xwe bidomînin. Welatî li Lîcê ber xwe didin û silavan dişînin Girava Îmraliyê…


Li 2 cihên nêzî Lîcê kon hatine vedan û çalakiya nobetê despêkiriye. Her ku diçe hejmara çalakvanan zêde dibe. Li ciyên ku kon lê hatine vedan welatiyan komîna xwe avakirine. Welatiyên ku ji bo piştevaniyê diçin wan ziyaret dikin, ew armancên xwe ji wan re vedibêjin.


Di wan konan de her kes din ava karparvekirinkê de karê xwe dikin. Jinan malên xwe bicîh hêlane bi zarokên xwe ve hatine cihê nobetê, bi şev û roj nobetê digirin. Çalakvan bi riya medayayê banga xwe digihînin welatiyan û her kesê vedixwînin vê çalakiyê.


Cardin yên ku herî zêde alîkariya çalakiya nobetê dikin welatîne. Endamên sendîka û saziyên nava bajêr diçin ziyareta wan di heman rojê de vedigerin.


Welatiyan diray kirin ku wan ne tenê ji bo çêkirina kalekol, qereqol, HES û bendav dest bi vê çalakiyê kiriye. Welatiyan dan zanîn ku dê heta Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  çalakiyên xwe bidomînin. Dem dem êrîzên hêzên tayîbet ser wan berdewam dike. Di dema mudaxeleyê de ava şid, gaza îsotan û guleyên rastî bi kar tînin. Lê ne ji ber kuçên çalakvanan herî zêde ji ber vîna wan ya tu hêz nikarin bişkênin diwestin.


Berxwedana Lîcê ya li konên nobetê berdewam dike.


 (zt)