Jinên Mûşê debara mala xwe bi berhemên xwezayê dikin …

10:59

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Li ser erdnîgariya Mezopotamya bi destê jinan hezaran sale jiyana xwezayî berdewam dike. Jinên Mûşê durî kaputalîzmê din ava xwezayê de dijîn. Debara jiyana xwe jî bi berhemên ji xwezayê digirin dikin. Yek ji berhemên xwezayi yên ku jin biwê jiyan û aboriya xwe didomînin jî kerenge.


Kerengên k udi meha nîsa û gulanê de kulîlkan vedikin, xwezayê dixemilînin herî zêde li Mezopotamya çêdibin. Yek ji şînatiya li Mûşê herî zêde ser debara mirovan tê kirin jî kerenge. Piranî ji aliyê jinan ve li çiyayên bilind tên komkirin û tînin li bazarên navenda bajêr difiroşin. Jin gelek zorî û tehlîkeyan didin ber çavê xwe li zinaran digerin kerengan komdikin û bi wê debara jiyana malbata xwe dikin. Jinên ku ji bo komkirina kerengan diçin çiyayan digerin rastî mar û dupişkan tên. Lê li hemberî van hemû zoriyan jî cardin her roj jin derdikevin çiyayan ji bo komkirina kereng û pincarên dinê yên xwarinê.


Kereng giyayeke sudên wê yên ji bo tenduristiyê hatiye tesbîtkirin


Şînatiya kerengan ya ku dermanên hemû nexweşiyane bi tayîbetî jî dermanên nexweşiyên weke pêşiya nefestengiyê vedike, demaran bi hêz dike û li hemberî mîgrenê jî bi sude. Di bedena mirovan de rehetiyê çêdike. Dema benîştê ji kerengan tê çêkirin tê cuyîn mîdeyê vedike, diranan pak dike û piduyan jî bi hêz dike. Bedenê tayîbetî jî çermê laş li hemberî penceşêrê diparêze. Yek ji tayîbetiya şînatiya kerengan jî ji bo felca ru weke derman tê xebitandin û wê nexweşiyê baş dike. Her wiha ji bo nexweşiyên cigerê, tansyon û nexweşiya şekir jî tê karanîn.


Kereng çawan tê xebitandin? 


Kokê kerengan tê xwarin û ji kokên wan benîşt tê çêkirin. Kereng tê heşk kirin paşê hur dikin û weke qehwe tê vexwarin. Di nava gel de herî zêde bi awayê kelandin û weke xwarinê tê çêkirin û xwarin. Di dema kelandinê de paşê mast di ser de dikin û li ber run sor dikin.


 (zt)