‘Dê li qadan serhildana xwe bilind bikin’
16:18
JINHA
AMED – DOKH îsal bernameyên 8’ê Adarê diyarê 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan dikin. Jinên li Amedê bi meşek starta xebatên 8’ê Adarê dan û gotin jinên Amedê dê 3’ê adarê dakevin qadan, serhildana xwe bilind bikin û nêzî azadiyê bibin.
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de meşek organîze kir. Meş li avahiya BDP’ê des pê kir û heta li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dom kir. Jinan di meşê de dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî” û “Bi înad serhildan û serhildan” û “Destê ku dirêjî jinê dibe bila bişkê” berz kirin. Her wiha jinan pankartên wekî ‘Ji Rozayan heta Sakîneyan, riya van riya me ye, soza van soza me ye’, ‘3 hevalên me nemirin’ û ‘Ji Ocalan re azadî, ji qirkirinê re na’ vekirin. Her wiha dîsa li hemberî çalakvanên jin polîsên jin hatin peywîrdarkirin.
Li ser navê DOKH’ê ji Kooperatîfa Jinan a Baglarê Nuran Yilmaz, daxuyanî xwend û destnîşan kir ku girtîgeha Amedê di şexsê Sakîne Cansiz de ji bo jinan bûye sembola berxwedanê. Di daxuyaniyê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bibîranîn.
‘Komkujiya jinê didome’
Nuran, di daxuyaniyê de bal kişand ser qetilkirina jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komkujiya jinê didomin, întihar didomin, qanûna kurtajê ket meriyetê, gotinên anîna 3 zarokan û hwd tê wateya tehakûma li ser bedena jinê. Dixwazin vîna jinê bişkenin û jinê mehkûmê hindûrê 4 dîwaran bikin.”
Her wiha Nuran di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Jinên amedî dizanin ku azadiya birêz Ocalan azadiya jinê ye. Em li vir bang li AKP’ê dikin ji bo aştiyeke mayinde, edaletê û wekheviyê divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
Di dawiya daxuyaniyê de Nûran wiha axivî: “Dê 3’ê adarê mîtînga 8’ê Adarê li dar bixin. Emê de dakevin qadan serhildana xwe mezin bikin û nêzî azadiyê bibin.”
Bernameya 8’ê Adarê ya Amedê wiha ye:
1’ê adarê di saat 18.00’an de bernameya birbîranînê
1’ê adarê li Bismîl û Farqinê meş
3’yê adarê mîtîng
4’ê adarê li Haniyê meş
5’ê adarê li Deriyê Çiyê kursiya serbixwe û meşa bi meşaleyî ya HDK’ê û KESK’î.
6’ê adarê li Erxaniyê meş
6’ê adarê girtiyan re kart bê şandin.
6’ê adarê li Navenda Çand û Hunerê a Cegerxwînê Stand up
8’ê Adarê jî li ber avahiya BDP’ê kom bibin û bere xwe bidin mîtînga ku li Dêrsîmê bê lidarxistin.
(gk/la)

