Li Dîlovasiyê ji sedî 32 kes ji penceşêrê dimirin
11:48
Rojdan AKSOY / Berfîn YUCE - JINHA
KOCAELÎ – Serokê Beşa Tenduristiya Gel a Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Bijîşk Onur Hamzaoglu ku li Dîlovasiya Bursayê têkildarî tesîrên herêmên pîşesaziyê yên li ser tenduristiya mirovan lêkolînê dike got ku, “Qirêja derdorê, tunduristiya gel tehdît dike. Me dît ku kesên li Dîlovasiyê dijîn 4-5 qat zêdetirê nexweşiya penceşêrê digirin. Pîşesazî, li hemberî tenduristiya gel û xwezayê nabe.”
Bajaroka Dîlovasi ya navçeya Gebzeya Bursayê, xwedî 50 hezar nifûs e. Ji ber ku nêzî Stenbolê ye, di salên 1970’an de bûye navenda pîşesaziyê. Niha jî tevahiya bajarokê tije bûye. Pîşesaziya kîmyewî û madeyên teqemenî, bi piranî li Dîlovasiyê pêşve çûye. Herêm ji ber ku di vî warî de bipêş ket, di sala 2003’an ji aliyê Wezareta Pîşesaziyê ve wekî Qada Pîşesaziya Organîze hat îlankirin.
Ji ber ku hemû bermahiyên fabrîqeyên li vir berdidin nav xwezayê, êdî xweza hawar dike. Serokê Beşa Tenduristiya Gel a Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Bijîşk Onur Hamzaoglu yê li ser mijarê lêkolînan dike, zanîna xwe ya der barê qirêjiya derdorê û tesîra wê ya li ser tenduristiya mirovan, bi me re parve kir.
- We çewa dest bi lêkolînên xwe yên li Dîlovasiyê kir? Di encama lêkolînên we de çi derket holê? Hûn dikarin bi me re parve bikin?
Ji ber ku em zanîngeha vî bajarî ne û berpisyariyên me hene, me dest bi vê lêkolînê kir. Me di sala 2000’an de dest bi xebatên xwe kir. Pêşî ji bo em hîn bibin ka kîjan madeyê xam li pîşesaziya vê derê tê bikaranîn û taybetiyên wê çi ne, me serî li Odeya Pîşesaziyê ya Kocaeliyê da. Lê wan agahî nedan me. Me dizanibû ger ev agahî di destê me de be, em dê encamên baştir bigirin. Me bi vî awayî dest bi xabatên xwe kir.
Paşê, me hêdî hêdî dest bi berhevkirina daneyan kir. Pêşî me serî li şaredariyê da û me agahiyên kesên li bajarokê di sala 2004’an de jiyana xwe dest dane, xwest. Derket holê ku ji 100 kesên jiyana xwe ji dest dane 32 kesan, ji ber penceşêrê mirine. Me ev kir rapor û bi zanîngehê re parve kir. Lê kar neqediya. Me bi formên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li ser xizmên kesên ji ber penceşêrê mirine lêkolîn kir. Me hemû raporên patalojîk yên kesên mirine, berhev kir. Di encama van lêkolînan de derket holê ku sedama sereke ya van bûyerên penceşêrê ne cixare ye, ne jî girêdayî temen e. Li Dîlovasiyê rajeya penceşêrê, 4-5 qat zêdetir e.
- We ev xebata xwe çewa bi raya giştî re parve kir?
Me ev agahî di Kongreya Tenduristiya Gel de aşkera kir. Piştî wê jî, di sala 2006’an de li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê hat avakirin. Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Derdorê, TUBÎTAK, mirovên zanyar û burokrat hatin vexwendin. Di kongereyê de pêşniyarên wekî, çêkirina tesîsên parizanidinê û kontrolkirina qadên pîşesaziyê, hatin kirin.
- Qirêjiya derdorê tesîrên çewa li ser tenturistiya gel dike?
Teqez tesîrên gelek nebaş hene. Di serî de penceşêr, nexweşiyên hêrsê, têkbirina pêşveçûna aqil a zarokan, mirina zarokan a di zikê dayîka xwe de, hinek ji vana ne.
- Di encama lêkolînên we yên li ser mînakên şîrê dayîk û gûyê zarokan de derketibû holê ku metalên giran hene. Hûn dikarin derbarê vê de agahî bidin?
Li Dîlovasî û hewza Kandirayê ewrên tozê yên hewayê, di ser standartên Yekitiya Ewropayê re ne. Metalên giran ên ji pîşesaziyê tên, li Dîlovasiyê 3,5 qat, li Kandirayê jî 1,7 qat e. Me li ser şîrê dayîkê û gûyê zarokan lêkolîn kir. Di encamê de derket holê ku asta metalên giran di van nimûneyan de gelek zêde ye. Me tesîra xerab a li ser tenduristiya mirovan, bi awayekî zelal dît.
- Piştî vê lêkolînê der barê we de li ser giliya hin derdoran doz hatibû vekirin. Hûn dikarin bahsa vêya bikin?
Rektorê Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Murat Tuncer serî li YOK’ê da û li min gilî kir. Li ser vê yekê jî zanîngeha min lêpirsîn da destpêkirin. Wan encamên derketine holê, li dijî xwe nirxandin. Ji ber berjewendiyên xwe wisa kirin. Hikûmet û karsaz çewa tevbigerin zanîngeh jî wisa tevdigere.
- Li gel van hemûyan pêşniyarên we yên çareseriyê çi ne?
Hûn nikarin wekî hikûmet dibêje bi valakirina Dîlovasiyê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev qirêjî li her derê belav dibe. Li derdora herêmê, li gor daneyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, rêjeya mirinên ji ber penceşêrê, wiha ye; Golcuk, ji sedî 21, Gebze ji sedî 22 û Derînce jî, ji sedî 21. Yanê ev bi tenê bi Dîlovasiyê ne sînorkirî ye. Lê hêj li van deran pîşesazî berfireh dibe. Biryar girtine ku 4 fabrîqeyên din ên hesin û pola jî vekin. Ev çareseriya hikûmetê ye. Lê em dibêjin madeyê xam a kêmtir zirar dide, bila bê bikaranîn. Di nava hilberînê de em dixwazin çareserî biafirînin. Lazime teknolojî bê nûkirin û bermahî bên parizandin. Lazime civak jî li hember vê yekê, xwe birêxistin bike û alternatîfan ava bike. Lazim e kurd, laz, çerkez, tirk, komunîst, sosyalîst û demokrat li hemberî vê desthilatiyê xwe birêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin.
Wêne: Rojdan AKSOY / Berfîn YUCE
(lw/xo)

