Li Navenda Şêwirmendiya Jinan Gulşîlavê merasîma sertifikan
11:30
JINHA
MÊRDÎN – Qursên kurdî, kompîter û denduristiya jinan yên 3 mehan di biniya Navenda Şêwirmendiya Jinan Gulşîlav ya di biniya Şaredariya Nisêbînê de xebatên xwe birêve dibin bi dawî bûn.
Navenda Şêwirmendiya Jinan Gulşîlav ya dibinya Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê de xebatên xwe birêve dibin 3 mehan qurs didan. Navendê qursên weke kurdî, komputer û tenduristiya jinan dihatin dayîn bi dawîbûn. Di qursan de 11 jinan ji perwerdeya asta yekem belgeyên xwe girtin, 8 jinan ji perwerdeya tenduristiya jinan û 8 jinan jî ji perwerdeya komputorê belgeyên xwe girtin. Bi merasîmek ya ji aliyê navendê ve hatî amadekirin jinan sertifikên xwe girtin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya sertifikên jinan dayê û got: “Di van perwerdeyan de serkeftina jinan şanaziyê dide me. Emê weke navend van perwerdeyên xwe berdewam bikin. Em li bendêne ji niha û pêde jî hevalên me yên jin zêdetir beşdarî van perwerde û qursên me bibin. Ez hevalên me yên ku sertifikên xwe girtin pîroz dikim û di jiyana wan de serkeftinê dixwazim.”
Piştî axaftinan sertifikên jinan ji aliyê Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok li gel endamên Meclisa Şaredariyê ve hatin dayîn.
(zt)

