Zubeyde Teker: Li navendên diyarkirî êrîş çêdibin

16:08

JINHA


AMED – Bi boneya kampanyeya ‘Azadiya Ocalan’ ya ku sitanta wê li Stenbolê hatibû dayîn li ber avahiya KCD’ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker got: “Kampanye ya me ya bi boneya ‘Azadiya Ocalan’ hatî despêkirin lig elek deveran rastî êrîşan tê. Bi duruşmên nijadperest û dîncî li hinek navendan êrîş dikin.”


Di van demên dawî de Tevgera jinên Azad û Demokrat (DOKH) û “Platforma Ji Ocalan re Azadî” bi boneya “Kampanyeya Azadiya Ocalan” li gelek navendên Tirkiyê standên îmzayan vekirine. Têkela DOKH’ê û “Platforma Ji Ocalan re Azadî” bi boneya şermezarikirina êrîşên ser sitandên wan yên kampanyeya îmzayan û nirxandina hevdîtina heyeta HDP’ê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk daxuyaniyek dan çapemeniyê.


‘Êrîş di navendên diyar de pêkhatin’


Seroka Gişti ya Federsyona Komeleyên Şêwirmendiya Hiquqi ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker axivî û wiha got: “Di vê hefteya dewî de li ser sitandên me yên îmzayan yên ji bo ‘Azadiya Ocalan’ her ku diçe zêde dibe. Em difikirin ku bi duruşmên nijadperestî û dîndarên radîkal li navendên diyar van êrîşan dikin. Dibê Wezîrê karê hindir kesên van êrîşan dikin diyar bike. Divê kes û komên van êrîşan dikin bên diyar kirin û darezandin. Divê kapanyeya me bi ewlehî berdewam bike.”   


Zubeyde da zanîn ku armanca wan ewe ku bi 10 milyona îmzayan bigihin meha îlonê.


 (zt)