Faraşîn: pêdiviya jinan a rêxistinkirineke xweser li her derê heye

08:36

Zinarîn Aydîn/JINHA


AMUDÊ – Fermandara YPJ’ê Faraşîn Dêrik girêdayî xebat û rêxistinbûna yekîneyên YPJ’ê wiha axivî:“YPJ ne tenê ji bo jinên Rojava, di heman demê de jibo jinên tevahiya Suriyê xwedî wetayeke giring ya bihevrebûnê ye. Pergala desthilatdar a netew dewlet naxwaze civakek azad bi jina azad bê avakirin. Lê bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ser Rojava û tayîbetî jî jinên Rojava bûye sedema tekoşîneke bi rêxistinkirî pêş keve.”


Di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de li Rojava dibin pêşengiya jinan de şoreşa gel despêkir. Bi despêkirina şoreşê re din ava YPG’ê de baskê jinan bi navê Yekîtiya Parastina Jinan YPJ hat avakirin. Her wiha kantonên xweser hatin avakirin û bi modela xweseriya demokratîk gel bi xwe xwe rêvedibin. Fermandara YPJ Faraşîn Dêrik girêdayî şêweyê rêxistina Yekîtiya Parastina Jinan YPJ bersiv da pirsên JINHA yê. Faraşîn da zanîn  ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê di jiyana jinan de gelek guhertinên mezin çêbûne û wiha got: “ Jinan di hemû warên jiyanê de bi awayekî herî aktîf rol girtin. Wan pêşengtî ji şoreşê re kirine. Ji siyasetê bigre heta şer, ji ewlekarî bigre heta pêşxistina ziman, ji hunerê bigre heta prsgirêkên civakî, jinên Kurd rolekî sereke girtine ser milê xwe. Şoreşa rojava bi hêzek qewî li berxweda û lewaz  neket. Tevî hemû êrîşan, hebûn û tevlîbûna jinan faktorekî jiyaniye.”


‘Tevlîbûna jinan ya hemû navendên jiyanê hişmendiya mêr guherandiye’


Faraşîn destnîşan kir ku Pêşxistina hişmendiya parastina cewherî di civaka rojava de yek ji deskeftên herî girîng ên şoreşê ne û wiha domand: “Jin bi xwe jî pêdiviya xwe ya parastinê bi awayeke xweser li her derê heye. Ne tenê jinên kurd her weha jinên ereb, suryanî û ermenî jî pêdiviya wan ya tekoşîna li hemberî hişmendiya desthilatdar heye.” Faraşîn anî ziman ku piştî avabûna YPJ nêzîkatiya civak jî ji mijara jinê û nêrîna mêr ya bê bawer nêzî jinê dibe da guhertin û wiha dom kir: “Bi tevlêbûna jinan ji hemû qadên jiyan û tekoşînê re  hiştiye ku di zihniyeta mêr de jî guhertinên mezin çêbibin. Her weha berxwedan û qehremantiya jinan di nava yekîneyên parastina jin YPJ’ê û asyişê de gelek nêrînin zayendpereset û paşverû ên di derbarê jinê de ji holê rakir. Di nêzîkatiyên mêr de guhertin çêkir.  Bi rastî mirov kare guhertineke mezin di têkiliyên malbatê, jin û mêr de bibîne. Yanî bi pêşketina şoreşê re malbata klasîk têkçû û rê li pêşiya şêwazekî jiyanê a nû ve bû."


‘Tekoşîna me ji bo gelên dinê jî bûye sedema hêvî û lêgerên derketinên mezin’


Faraşîn Dêrik ser ermanca rêxistinbûyîna jinan li Rojavayê Kurdistanê di aliyê gelek çand û pêkhateyên cuda de jî wiha anîn ziman:“ Berxwedaniya jina Kurd di Şoreşa Rojava de di dilê hemû dijminan de tirs û xof da avakirin. Ji bo tevahiya jinên Sûriyê jî bû hêz û moraleke mezin. Di Rojava de biqasî ku şer û berxwedaniyeke mezin hat dayîn û qezencên vî  şerî jî derket holê. Di heman demê de eniyek nû bi gelên herêmê yên ereb, asûrî û komikên din re jî hatiye avakirin. Sûrî di aliyê dewlemendiya çand û mezhebên din de xwedî sincek cihêreng e. Tekoşîna me ji bo van gelan jî bûye hêvî û lêgerên derketinên mezin. Di Şoreşa Rojava de jin him sembola berxwedanê ne, him jî di avakirina sîstema civaka azad de pêşeng in. Bi qasî van erkên azadiyê xwedî rist û mîsyona pêşengiya Netewa Demokratîk ya Sûrî,  ku hevdîtina hemû gelên Sûrî di nava xwe de digirin e. "


Jin hîn zûtir dikarin hevpar bin, dikarin hevdû fêm bikin’


Faraşîn ser berxwedaniya jinan ya di qadên din de jî pêşdixeve nirxand û wiha axivî: “Gerîlatiya bajaran di kevneşopiya berxwedana me de asta nû vedibêje. Hêzên YPG Û YPJ’ê bi baldarî û fedakariya mezin ya gelê Kurd hatiye rêxistinkirin.  Bi armanca parastina vîna gel mohra xwe li demê daye. Di rastiya YPG û YPJ’ê de derketiye holê yên ku bi biryarbûna azadiyê derdikevin rê, rê û rêbazên xwe li gor şert û mercan ava dikin.”


‘Dê sed sala 21’an bibe sed sala tekoşîn û azadiya jinan’


Faraşîn balkişand ser pêşketinên di sed sala 21’an de diqewimin û weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan pênase kiriye wê ev sed sal bibe sed sala tekoşîn û azadiya jinan û wiha berdewam kir: “Ev tekoşîn bi yekbûna jinan re wê hîn zûtir bigihêje ermancê azadiyê. Nasnameya netewî ya jinan çi dibe bila bibe, di asta navnetewî de dagirî û tundiya ser jinan tê pêkanîn hemû di yek sincê de ye. Ji ber vê sedemê jin ji kîjan netew û civakê dibin bila bibin divê di xala hevpar de hev temambikin.


‘Jin ji destpêka dîrokê heya niha bûne pêşengên çanda komûnal’


Faraşîn bilêv kir k udi her warî de jin zêdetir bi rêxistin tevdigerin û wiha pêde çu: “Jin hîn zûtir dikarin hevpar bin, dikarin hevdû fêm bikin. Ji ber ku hemû jin di asta wekhev de rû bi rû yî tundî û nêzîkatiyên desthilatdariya mêran tên. Di tekoşînê de jî, xwedî taybetmendiyên hevpar in. Heyînên ku jinan bi awayeke hevpar digihînin hevdû ne tenê paşverûtî û zextên dijberî jinan tên meşandinê ne. Jin ji destpêka dîrokê heya niha bûye pêşenga çanda komûnal û civakbûna azadîxwaz. Di şanika kok ya hişê civakbûna jin de ev heye. Bi van taybetmendiyên xwe di hemû demên dîrokê de li hember çandên dij-şaristaniyan li ber xwe dane û bûne hêza berxwedanê. Rêber APO di paraznameyên xwe yên dawiyê de têgihîna netewa Demokratîk wiha rave dike. ‘Mirovên ku heman çand û ferasetê parve dikin heman netewê destnîşan dikin’.  Ev pênase di heman demê de hevpariya hemû jinên cîhanê jî destnîşan dike. Hişê hevpar yê dîrokî, wê li hember nêzîkatiya desthilatdariya mêran rê û rêbazên tekoşîna hevpar ya nû pêş bixe. Xala hevpar ya jinên cîhanê, li hember desthilatdariya mêran di hemû deveran de wekhev avakirina vîna azad ya jina ne.”


(za/zt)