‘Em ji bo jinan ji A heta Z yê ewlehiyê dixwazin!’
10:26
JINHA
STENBOL- Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ji bo k udi paketa 4’ê Hezîranê di Meclisê de bê dîtin ji bo kujerên jinan cezayê muebatê bigirin banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan kirin.
Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ji bo ku di paketa nû ya dê di Meclisê de bê dîtin weke ek pêşniyara ji bo kujerê jinan cezayê muebetê bigirin kiribûn. AKP’ê jî soz dabû wan dê wê bînin cîh, AKP soza xwe nayîne cîh. Dema ku Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan agahdarbûn dê 4’ê Hezîranê di Meclisê de bê dîtin ji bo kujerên jinan cezayê muebatê bigirin banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan kirin. Nivîsa jinan ya ji bo bangewaziyê wihaye:
‘Em ji bo jinan ji A heta Z yê tedbîran dixwazin!’
“Di paketa dê di 4’ê Hazîranê de di Mecisê de bê dîtin Hikumeta AKP’ê polîtîkaya dijayetiya jinan berdewam dike. Cardin bi polîtîkaya xwe ya kêmkirina kujerên jinan berdewam bike.”
Pêşniyara me ya dawiyê ji bo meclisê dê daxwazin me bigirin rojeva xwe’
Zagon tê wateya jiyanê. Li Somayê ji ber her kesê guh û çavên xwe li wan girtin bi hezaran hevalên me jiyana xwe ji dest dan. We qet ders ji wan negirtiye, li gel ewqas daxwaz û hevdîtinên me cardin hun ya xwe didomînin. Ji bo zêdetir hevalên me yên jin ji bo rêveberiyek ne baş jiyana xwe ji dest bidin tehmûla me nemaye.
Em weke Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan careke dinê qêr dikin bila ji A heta Z yê hemû baldarî û hişyarî ji bo parastina jinan bên kirin. Emê 3’êyê Hezîranê dakevin qadan.
Ji ber ku telebên jinan di zagonan de nayê dîtin. Emê roja di meclisê de zagon bê nîqaşkirinli wê bin. Em 4’ê Hezîranê li de saet 16.00’an de li ber derê TBMM yêbin. Emê li hemû navendên ku em têdene di roja 3’ê yê hezîranê de meclisê şiyar bikin.”
Bernameya çalakiyên Platformê wihaye:
Li ber Şîşlî Cevahîr AVM ya Stenbolê di saet 19.30’an de
Li ber Konak a YKM ya Îzmîr ê di saet 18.00’an de
Li Meydana Manolya ya Manisayê di saet 18.30’an de
Li ber Bursa Heykel di saet 19.30’an de
Li ber Mîgrosa a Eskîşehîr Adalar ê Saet di 19.00’an de
(zt)

